Çalakiya pîrozkirina Rojbûna Ocalan bi beşdarbûna xwendevan, ciwan, jin, zarok û gelê Şengalê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.

Piştî rêzgirtina jibo tevayî cangoriyên Kurdistanê ji aliyê endama TEVDA Peyman Xidirve li ser wateya ‘Rojê’ axaftinek hate kirin. Xidir di axaftina xwe de diyar kir ku  bi wesileya salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kombûne û wiha got: “Taybetmendiyên rêbertî û pêşengtiyê hîn di zarokatiyê de bi Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan re hebûn. Bi vê sekna xwe ya xwedî kesayetek pêşeng û şoreşger mîna di kevirek de gulek biçîne û wê gulê şîn bike jibo azadiya Kurd û Kurdistanê şoreşek da despêkirin. Her kesê digot ev xiyale, ma wê gelê Kurd bi vê rewşa xwe ya ku ji cewherê xwe dûr ketî û bi temamî hatî bişaftin çawa wê bigihije azadiya xwe. Lê felsefe û hêza vîna Rêber Apo ew nêzîkatiya bê hevî vale derxist û şoreşa azadiya gelê Kurd gihandiye asta herî dawî. Niha em bi milyonan li her dere ku Kurd lê jiyan dikin, jibo bidestxistina mafên xwe bi hemû coran têdikoşîn û ya herî girîng jî pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin nîşaneya vê ya herî li ber çave. Lewra pêwîste hemû gelê Kurd jibo azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistan û serkeftina vê pêvajoya hevdîtinan xwedî derbikeve û bibe dilopek ji keda jibo azadiya gelê Kurd. Bi vê wesîlê em dîsa Rojbûna Rêber Apo li di kesayeta wî de li hemû azadixwaz û gelê Kurd pîroz dikîn.”  Şahî bi girtina govendê bi dawî bû. 

DÎHA/ŞENGAL