Di civîna ku ji hêla Yekîtiya Êzidiyên Moskowê ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî başdarbûyî de li ser projeya Mala Gel a civakî, bawerî, çand û huner berfirehî nîqaş hat kirin. Axaftina vekirina civînê ji hêla Serokê Yekîtiya Êzidiyên li Moskowê Refîqê Kamil hat kirin. Kamil di axaftina xwe de li ser kar û xebatên dikin agahî da û da diyar kir ku ji bo bikaribin xwedî li çanda xwe derkevin pêwîstî bi mezinkirina kar û avakirina saziyê heye.
Komkujiya Helebce hat bibîranîn
Di haman civînê de komkujiya Helebece ya di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat hat şemezarkirin û lanet kirin. Li ser komkujiyê jî Kamil axaftinek kir û kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Neyarê gelê Kurd ji bo em ji azadiya xwe gava paşve bavêjin serî li gelek rê û rêbazên hovane dan. Yek ji van jî komkujiya Helepçe bû. Gelê Kurd her roj berbi azadiyê ve diçe.”
Dê navendek bê avakirin
Piştî axaftina Kamil Kurdistaniyên beşdarî civînê bûn jî, nerînên xwe anîn ser ziman. Her wiha ji bo navendek bê avakirin nerînek hevbeş derket holê. Di civînê de ji bo li ser vê mijarê xebatê bide maşandin komîteyek hat avakirin. Komîteya ku hat avakirin ji bo projeya Mala Gel a bawerî, civakî û çand û huner têxe meriyetê wê xebat bide maşandin.
ANF/MOSKOW