Jonathan Spyer û Benjamin Weinthal bi hev re ji kovara li ser stratejiya berjewendiyên Emerîkî The American Interest re behsa Kurdên Îranê û hewldana wan a şerê li dijî rejîmî gotareke berfireh nivîsîne bi sernivîsa "Kurdên Îranê li şer zêde dibin“.

Di gotarê de nivîskar îşaret pê dikin ku Kurdên Îranê li dijî rejîmê dest bi şer kirine û pirsa, gelo ev yek wê bi komkujiyan bi dawî bibe dike. Kovar bi bîr dixe ku tevgera Kurd li Rojava veguheriye hevkarekî Emerîkayê di şerê li dijî DAIŞ´ê de, "PKK ya bi heybet jî careke din li dijî rêveberiya Enqerê ketiye nava serhildêriyê" û li ser bêdengiya li Rojhilatê Kurdistanê jî tesbîta „Lê belê nîşane hene ku ev (bêdengî) niha diguhere. Sê tevgerên mezin ên Kurd - PDK-Î, PAK û PJAK - niha eşkere di serhildaneke çekdarî de cihê xwe digirin li dijî rejîma li Tehranê.

Kovar hişyar dike û dibêje, hin nîşane hene ku muhtemel e Tehran wekî bersiv siyaseteke şewitandina erd û zemînê bi rê ve bibePiştî ku kovar berê xwe dide dîroka tevgera Kurd a li Îranê û heta bi reşkujiya li dijî Şerefkendî ya li Berlînê jî ta bi derziyê ve dike da ku dewra PDK-Î di siyaseta Kurd a Rojhiulat de rave bike. Kovar her wiha balê dikşîne ser damezrandina PJAK´ê ku ji sala 2004´an ve di şerên çekdarî li dijî rejîmê de jî cihê xwe digire.

Paşê jî gotar dibêje, PDK-δyê piştî agirbesteke bêhtirî du dehsalan ji nû ve dest bi şerê partîzanî li dijî rejîma Îranê kiriye û PAK´ê û Komaleyê piştgirî dane vê biryarê. 

Lê belê şerê ku havînê dewam kir ji bo herdu aliyan jî bi wendahiyan bi encam bû. Çalakiyên bersivdayîna şehîdkirina 12 gerîlayên PJAK´ê ên ku meha Mijdarê pêk hatin jî di gotarê de tê bi bîr xistin .

Ber bi ku ve?

Gotar li ser vê yekê pirsa, Kurdên Îranê ber bi ku ve diçin dike û dibêje, "Heger mirov li ber çavan bigire hewldanên Îranê yên hilberandina sîlehên kîmyewî, Kurd bi tehlûkeyeke mezin re rûbirû ne, heger Rojava û dewletên sunî yên berpirsiyar di şerê li dijî şovenîzma mezin dibe ya Tehranê de bi bin bikevin."

Li aliyê din Xizmeta Lêkolînê ya Kongreya Amerîkî (CRS) gihiştiye agahiyên li ser bernameyên hilberandina sîlehên kîmyewî û biyolojîk ên Tehranê ku dibêjin Îran dikare van sîlehan muhtemelen hilberîne.   


  NEW YORK