Di meşa ku ji bo şermezarkirin û protestokirina êrîşên rejîma Îranê, ji aliyê  Komela Mala Gel a Hannoverê, Tevgera Ciwanên Demokratîk a Ewropa a Hannoverê (ADHF) , Konfederasyona Kedkarên Tirkiyeyiyan a Ewropa a li Hannoverê, (ATIF) , Partiya Lenînîst û Marksîst a li Almanya (MLPD), Partiya DIE LINKE a baskê ciwanan Solid, Platforma Antifaschistische Aktion a Hannoverê û Platforma Interkulturelles Jugendfom a Hannoverê Platforma Larsch û Kampanya Tatort Kurdistanê hate organizekirin. Her wiha wan kesan ji di meşê de cihê xwe girtin; ji Parlementa Almanya (Bundestag) Heidrun Dittrich, Ji partiya Alman DIE LINKE Yilmaz Kaba, Serokê Federasyona Komeleyên Êzdiyan FKÊ Pêşîman Heznî, rêveberê YEK-KOM'ê Abdullah Efe û rêveberê saziya Federasyona Girtiyên Siyasî yê Kurdistanê (KPPO) Fuat Zindanî tevil bun.
Di şermezarkirina meşa li dijî Rejîma Îranê  herî kêm nêzîk 300 Kurdistaniyan û dostê wan cîh girtin. Pîraniya meşvan ciwan û jin bûn. Meşa bi yek dengî daxwazkirina azadiya Kurdistanê qîr kirin herwiha slogana "Bîjî Serok Apo" û "Fasişt Îran" qîrîyan. Herwiha pankartê li ser "Îran dagirkirana xwe bi dawî bîne" hatibûn rakirin. Dîsa di meşê de ala KCK’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rakirin. Herwiha di meşê de belavokê ji aliyê YEK-KOM’ê jî hatibû amadekirin, hate belav kirin û di meşê de ji aliyê Yilmaz Kaba ê ji Partiya DIE LINKE ve hate xwendin. Di meşê de Tirkê faşist û polîsê Alman dixwestin provakasyonê derxin. Lê meşvanan  nehatin provokasyona wan. Meş li meydana Altenbecker Damm bi mitingekê bi dawî bû. Piştî mitingê faşistên Tirk xwestin erîşî Mala Gel ya Hannoverê bikin, lê li wir jî negihîştin armanca xwe.


YUKSEL TORPAKLI/HANNOVER