Ji roja ku Kurdan li Kobanê dest daniye ser rêveberiyê bi vir de rewşa Kurdan bi giştî û rewşa Kurdên Rojava bi taybetî di rojevê de ye. Kurdan ev rûdanên li rojavayê Kurdistanê bi kêfxweşî û dilgeşî pêşwazî kir. Ev rûdanên li Rojava bi gelemperî bû sedema dilgeşî û kêfxweşiyê, piraniya kesên li ser van rûdanan nivîsandin, ev rûdan wekî rizgarî û azadiya rojava pêşkêş kirin. Kêm kesan bal kişand ser xetereyên li ber gelê me yê li Rojava. Lê xetereyeke mezin heye. Xetere ne tenê ji aliyê rejîmê ve heye, belkî ji wan zêdetir ”dijberên rejîmê” jî neyartiya gelê Kurd dikin. Daxuyaniya ku ji hêla nûnerên “Artêşa Azad a Sûriyeyê” ve hatibû dayîn bi zimanekî wisa kirêt hatibû nivîsandin ku dilê mirov li hev dixist. Helwesta wan a li hemberî gelê Kurd nîşan dide ka çi cure “azadîxwaz” in. Daxuyaniya wan bi şêwaza rejîma AKP’ê hatibû nivîsandin. Jixwe kesên ku niha dijberiya rejîma Esad dikin hevalbend û destbirakên AKP’ê ne.
Rayedarên AKP’ê qîma xwe bi daxuyaniya hevalbendên xwe neanî, wan bi xwe jî daxuyaniyeke êrîşkar da. Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Derve Davutoglu gef li têkoşerên rojavayê Kurdistanê xwarin. Jixwe rayedarên dewleta Tirk ji mêj ve digot, “Heke Kurd li ser heyvê jî dewletê ava bikin em destûrê nadinê.” Ev helwesta rayedarên AKP’ê diyar dike ku di helwesta rayedarên dewleta Tirkan de zêde tiştek neguheriye. Wan hê statûya başûrê Kurdistanê nepejirandiye. Hê jî ji dilê wan nayê ku bibêjin, “Rêveberiya Federal a Kurdistanê” dibêjin, “Rêveberiya Bakurê Iraqê”. Niha wan ji mecbûrî xetên xwe yên sor hilanîne, lê dîsa jî hewl didin ku ji aliyê aborî û civakî ve Başûr bi xwe girê bidin. Rayedarên Tirkan hê serxwebûna ereb, bulxar û yewnaniyan qebûl nekiriye. Hê jî ew bi hestên Osmaniyan tevdigerin.
Li hemberî vê yekê rastiyeke din jî heye; heke rayedarên dewleta Tirk êrîşî Kurdên rojavayê Kurdistanê bikin, dê dijminatiya hemû Kurdan, rik û kîna hemû Kurdan bikişînin ser xwe. Heke AKP û hevalbendên wê êrîşî Kurdên li Rojava bikin, dê di navbera Kurd û Tirkan de dijminatiyeke hetahetayê pêk bînin. Piştî êrîşeke bi vî rengî êdî mercên pêkvejiyana Kurd û Tirkan namînin.
Ji ber vê yekê jî Tirkên ku bi rastî jî azadî û wekheviyê dixwazin divê dengê xwe li dijî kirin û gotinên rayedarên AKP’ê berz û bilind bikin. Kurd dixwazin bi gelên din ên herêmê re di mercên wekheviyê de bijîn. Kurd niha nabêjin, em jî divê dewleta xwe ya neteweyî ava bikin, lê heke cîranên wan ên Tirk, ereb û faris wekî berê mercên netewe-dewletan li ser wan ferz bikin, yeksanî û wekheviyê nepejirînin, dê Kurd jî bikevin nava hinek lêgerînên cuda. Dema ku mirov bala xwe dide daxuyaniyên rêveberên PKK’ê mirov vê rastiyê dibîne. Hişmendiya teng û dogmatîk a olî û neteweyî Kurdan jî ber bi daxwaza netewe-dewletê def dide.
Kurdan heta vê sedsalê digel hemû polîtîkayên qirkirinê jî hebûna xwe parastiye, piştî vê heyamê êdî kes nikare Kurdan ji holê rake, riya rast û baqilane ev e ku dewletên herêmê jî mafên rewa yên Kurdan bipejirînin û mercên pêkvejiyaneke azad û demokratîk pêk bînin. Kurd bi hebûna xwe dikarin di navbera gelan de bibin pir û wan bigihînin hev. Lê heke netewe-dewletên li herêmê koletiyê li ser Kurdan ferz bikin, hingê dê gelê Kurd jî bikeve nav hinek lêgerînan û doza dewleteke serbixwe bike. Ev jî tiştekî suriştî ye.
Kurdên Rojava û Tirkiye