
Ez vê nivîsê ji kesekî re pêşkêş dikim ku ji bo armancên pîroz bûye banga hişyariya feqîr û hejarên civaka xwe. Kesên ku li dijî qêrînên wî bûn, jê tirsiyan û ew niha avêtine nava qefeseke hesinîn de ku bi fetisandina dengê wî re tirsê bixin nava dilê kesên ku dixwazin şopa wî bidomînin. Ew rojnamevan û çalakvanekî jîr yê qada çand û zimanê Kurdî di nava Kurdên Kurdistana Xorasanê de ye. Navê wî Mistefa Xelîlî Rad (Kawe) û hemû heza wî xizmeta ji ziman, çand û hunera Kurdî re ye. Gelo ma kes ji bo heza ji ziman, nasname, dîrok û axa welatê xwe dikeve nava çar dîwarên teng û tarî da? Di vê cihana biçûk de kes dikare bêje daxwaz û xweziyên wiha meşrû nînin?
Çîroka vê rêbaza dîrokî dûr û dirêj e. Beriya Kawa nivîskar û lêkolînvanên weke Kelîmulah Tewehudî, Elîriza Spahî û çend kesên din jî ji destê apartheida olî, ji zilma înkargerên ku nasnameya wan ya milî înkar dikin, pir nalîne û kalîne. Ji wê axê kesên weke Emîr Qubadî jî derketin. Emîrê ku ji Meşhedê derket û li Kobanî kete şerê bi DAÎŞ'ê re û li wir bû şehîdê doza mirovahiyê. Emîr ji bo parastina şerfeta insanî li Kobanî şehîd bû
Rewşa aborî gelek xerab e
Ji bo Kurdên Xorasanê ez karê kesên weke Mistefa Xelîlî Rad (Kawe) bi karekî girîng û dîrokî dihesibînim. Ji ber ku di roja îro de dewleta Îranê ne tenê li pênc wilayetên rojhilatê Kurdistanê belkî di nava Kurdên Kurdistana Xorasan an jî Kurdxanê de jî dest bi meşandina siyaseteke qirêj û nemirovane kiriye. Li gor agahîyên dawiyê rewşa Kurdên Xorasanê wiha ye:
Rewşa aborî a xelkê li bajar û bi taybetî jî li gundan gelek xerab e. Ji ber kêmbûna erd û avê çandinî tune. Malbatên ku li gund û qesebeyan bi xwedîkirina pez, darên fêkî û dewaran debara jiyanê derbas dikin, pirî caran nikarin zikê xwe jî têr bikin. Ji serdema rejîma Pehlewî heya roja îro ji aliyê aborî ve dewletê bi siyaseteke şovenîstî ew dorpêç kirine. Ji xwendingeh û pirtûkxane an jî navendên çandî xeberek tune, lê tenê bi rêya hinek dewlemendên Kurd mizgeftên kevin hatine nûjenkirin! Mizgeftên ku di her çar demsalan de vala ne.
Zarokên 7 heya 17 salî êdî madeyan bikar tînin
Li herêmên Kurmancnişîn ne fabrîke ne jî tiştekî din ku xelk bi awayê rojane pê zikê xwe têr bike, ava nekirine. Tenê rêyek ji xelkê û bi taybetî jî ji nifşên nû re vekirîye ku ew jî kişandina tiryak û madeyên din yên bêhoşkere! Rê li ber hinek tacirên mirinê re vekirîye ku bi çavpoşiya berpirsên leşkerî û asayîşa herêmê bikarîbin rihet wan madeyên dijî jiyan û kerameta malbatên Kurd ji Efxanistanê derbasî herêmên Kurdan bikin. Berê li gund an jî bajarekî kesek an du kesên mubtela bi tiryakê hebûn, lê îro êdî kom bi kom ne tenê tiryakê belkî eroyîn, şîşe û dehan tiştên wiha dikişînin. Zarokên 7 heya 17 salî jî êdî wan madeyan bi kar tînin û hinek memûrên dewletê bi belaşî tiştên wiha di nava wan de belav dikin. Bi vî awayî pişta nifşên paşerojê ji niha ve hatiye şikandin. Civakeke felc ku kes nizane ger wiha bidome yê ji bo 20-30 salên din qedera Kurdên wira bigehe rewşeke çawa. Şahidên zindî dibêjin ku li hinek deveran hemû gundî madeyên bêhişker bi kar tînin.
Saniye bi saniye liv û lebatên wan têne şopandin
Îcar di rewşeke wiha de girîngiya karê rewşenbîrekî/e Kurd baştir ji me re tê kifşê. Kîn û kerba birêveberên siyaseteke wiha jî di dadgehkirinên du-sê deqeyî yên çalakvanên Kurd de rûçkê pîs yê siyasetmedarên komara îslamî ya Îranê baştir ji me re eşkere dike. Di vira de ye ku em baştir bi girîngiya xebata kesên weke M. Xelîlî Rad, Elîriza Spahî, Kelîmulah Tewehudî, Yelda Ebasî, Roya Îsmaîliyan, Hîwa Mesîh, Artîn û dehan rewşenbîrên din yên di nava Kurdên Xorasanê de dihesin ku saniye bi saniye liv û lebatên wan di bin çavdêriya êtlaatê de têne şopandin.
Dîkator û bêdengî
Bêdengî di bin sîwana zext, zor û zilma dîktatoran de nikare heya dawiyê berdewam be. Piştî çend kesên beriya xwe, Kawe jî li hemberî zordaran bêdengiya xwe şikandibû. 28 Tebaxê 2016'an rojnamevan û çalakvanê karên çandî û hunerî Mistefa Xelîlî Rad li bajarê Bijnûrd hate girtin. Hemû sûcê wî heza ji ziman, helbest, stran û xizmeta ji çanda Kurdên wira ye, lê rayedarên sîstema dadweriyê li Îranê kîneke mezin li dijî kesên wiha heye. Dema ew dikevin destê wan, ew ne bi çavê hemwelatiyekî/e asayî belkî bi çavê dijminekî cudayîxwaz û derce sê ku pilanên wan yên çarsed salan vala derxistibin, dinêrin. Tawanên ku rojnamevan M. X. Rad bi wan hatiye tawanbar kirin jî balkêş in:
“ *Propagande û alîgiriya PJAK´ê.
* Belavkirin û fêrkirina alfabêya biyanî (Latînî ) bi armanca pêşdebirina armancên komên dijminên Komara Îslamî ya Îranê PJAK û PKK'ê.
* Peywendî li gel endamên koma menfûr ya Monafiqîn ( Yanî Mucahidînê Xelq)
* Peywendî li gel endamên koma terorîstî ya Hizbî Demokratî Kurdistanî Îranî
* Derketina neyasayî ji sinorên rojavayê Komara Îslamî ya Îranê bi armanca çûyîna welatên Tirkiye, Iraq û hevdîtin li gel endamên komên terorîstî yên PJAK û PKK´ê.“
Aşiqê dengê dengbêj û helbestvanên Kurmanc e
Li vira pirsa herî balkêş ev e: "Gelo kesekî rewşenbîr çawa dikare alîgir an jî hevkarê ewqas partî û rêxistinên siyasî be ku heta rêbaza wan ya teorî-siyasî jî ji hev cuda ye?"
Mistefa tenê aşiqê dengê dengbêj û helbestvanên Kurmanc e. Di rih û xwîna wî de de kes nikare wê eşqa giranbuha bikuje. Dawiyê jî ew kete tora wê heza xwe ya bêdawî.
Hûn li derd û elemên me jî napirsin
Peywendî bi dîrok, heza ji folklor, ziman, perwerda bi zimanê zikmakî û nasandina navdar û kesayetiyên Kurd armanca çîneke mezin a Kurdên Xorasanê ye.
Li bajarê Meşhedê du ciwanên Kurd bi hev re diaxivin û dema şofêrê taksiyê ji ciwanekî Kurd dipirse: "Ev çi zimane ku hûn pê diaxivin…", ew jî wiha bersivê dide wî: "Zimanê ku ger nebûya niha çend zarokên çav barbarî yên Ozbek û Moxolan xwîşk û birayên zarokên te bûn. Gelo hûn çima hinek dîrokê naxwînin ku zanibin ka Kirmancan çiqas xizmeta vî welatî kiriye?!“
Belkî mînakek wiha kurt pirr nihîniyên dîroka Kurdên Xorasanê eşkere bike. Û mînakeke din jî ev e; berî salekê hevalekî min yê ji Kurdên Xorasanê gazinek wiha ji min kir: "Filankes, we Kurdên Kurdistanê û Ewropa em Kurdên Xorasanê ji bîr kirine. Ewqas TV, rojname, radyo, partî û rêxistinên Kurdan hene, lê kes navê me nayîne. Bernameyeke taybetî li ser jiyan, civak, huner û taybetmendiyên me di ewqas TV´yên Kurdî de tune. Kes nabêje ka hal û derdê çend milyon Kurdên Xorasanê çi ye û çi dixwazin! Gelo ma hûn li derd û elemên me jî napirsin…?"
(Wê bidome...)
KAKŞAR OREMAR