Panela 5´ê Tebaxêya li bajarê Bakurê Xorasanê Bucnûrdê li ser wezn û melodiya helbestên Kurmancî bû. Panela ku ji alî Hesen Roşan û Howzeya Hunerî ve hatî birêkxistin kirin bi du danan hate birêvebirin.
Danê sibehê Mamoste Elîriza Sipahî Layîn li ser ziman û pê re têkildar helbestê kir. Danê evarê jî nivîskar û weşanger Yehya Elewîferd li ser wezn û melodiya helbestên Kurmancî gotarek pêşkeş kir.
Di dawiya bernameyê de, hin şairan helbestên xwe xwendin û helbestên wan ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.
Hêjayî gotinê ye di van salên dawî de xebatên çandî û hunerî yên Kurdên li Xorasanê zêde bûne.
BUCNÛRD