Dibe ku ger heta duh ji me re digotin Kurdên Bakûrê Îranê, ew jî bi zimanê Kurdî diaxivin, em şaş diman. Lê belê ji ber koçberî û dagirkirina Kurdistanê gelek Kurd koçber bûne yan jî bi darê zorê warên xwe bicih hiştine û çendîn welatan jê dûr ketine. Yan jî wek ku çawa îro jî tê dîtin şer yek ji sedema bingehîn ya dûrketin yan jî dûrxistina Kurdan ji cih û warên kal û pîrên wane.
Ez behsa Kurdên li Xurasanê nakim, ez behsa Kurdên bakûrê Îranê yan jî bi navê din Kurdên Kelardeştê dikim; navê bajarê ku lê herî zêde niştecih bûne ye.
Kelardeşt ji ber bedewiya xwezaya xwe wek buhişta wenda jî tê naskirin. Ji bo wê jî piranî wek Kurdên Kelardeştê têne naskirin ku ji Hewraman koçî wir kirine.
Kurdên Kelardeştê wek bavikên Ebdulmelekî têne naskirin ku beriya êrîşa Ereban li ser Îranê di quntara çiyayên herêma Hewramanê, jiyan dikirin. Ji ber ku ola wan Zerdeştî bûye û Îslam qebûl nekirine destpêkê ji başûrê Îranê re têne surgunkirin û paşê jî derbasî Loristanê dibin. Bi qasî 700 salî li wan herêman li kêleka Zendiyan jiyan dikin. Wê demê hinek ji wan ji Qoçan li Xurasanê re têne surgunkirin ku hêjî li wirin. Her wuha Kurdên Ebdulmelekî dema Zendiyan de roleke çalak di artêşa Kerîmxanê Zend de dilîzin.
Dema Mihemedxanê Qacar bajarê Şîrazê dorpêç dike de jî roleke erênî di rizgarkirina bajêr de dilîzin. Serokê eşîra Ebdulmelekî ku wek Ebdalxanê Ebdullmelekî jî tê naskirin, di dema dorpêçakirina Şîrazê de di wê baweriyê de ye ku yan wê Şîrazê ji bo Zendiyan azad bike yan jî wê di bajêr de were kuştin. Piştî ku Zendî têk diçin, Mihemed Qacar, Kurdên Ebdulmelekî yên Kelhor, Mafî û Xacevend surgunî Tehranê dike. Nêzî sê salan li Tehranê dimînin û paşê koçî herêma Nûr û Kecûr li bajarê Mazenderana bakûrê Îranê dikin.

Û li qezaya Bêhşehira ku ji bakûr ve girêdayî gola Xezer e, çar bavikên Ebdulmelekiyan heye ku wuhane; Fehrvend, Zînvend, Şêxvend û Kalvend.


Canda xwe parastine
Ev bavik hemû xwedî Qelayekî ne ku hem di warê parastinê de û hem jî di warê cotkarî û xwezayî de xwedî girîngiye. Her wuha ev herêm yek ji wan herêmane ku her sal bi hezaran tûrîstan dike mêhvanê xwe. Ji ber jiyana Kurdên Kelardeştê yan jî Ebdulmelekî di dilê çiya û xwezaya wir de xwedî ruheke berxwedêrin û wek ku li Kurdistanê jî bûne, niha jî ticaran serî li ber zilm û zoriyê netewandine û çand, ziman û ola xwe parastine. Bi taybet hêjî axaftina wan ya bi zimanê Kurdî nîşaneya vê yekê ye û li nava Fars û Tirkmenên bakûrê Îranê de nehatine helandin. Bi zaraveyê Lekî diaxivin û di gotinên wan de peyvên soranî û hewramî jî gelek heye, ya rast Lekîyeke wek ya zaravayê ku li Kirmanşanê tê axaftin e.
Ebdulmelekî xwedî baweriya Zerdeştî bûne û heta niha jî hinek ji wan hêjî ola xwe parastine, hinek ji wan Yarî ne û hinek jî bûne Şiî. Lê belê piraniya Kurdên Kelardeştê Yarisanin û du eşîrê wan jî Misilmanin! Hêjî gelek rê û resmên xwe yên Yarî pêk tînin. Tişta herî baş ewe ku her sal gelek ji Kurdên Kelardeştê ji bo pêkanîna merasimên xwe yên taybet û ziyaretkirinê diçine Hewraman û Kirmanşanê.

Bi hunerên destan re mijûl in

Herî zêde bi çêkirina Xalî û hunerên destan re mijûlin ku hemû neqş û nigarên wan li ser girêdana wan ya ji Kurdistanê û dûriya ji welatê wan e. Hêjî jinên li Kelardeştê wek siwariyên herî baş di deştên kes û şîn ên Kelardeştê de hespên xwe dibezînin û rîşkên kes û sor û kofiya li ser serê wan, mirov dixe bîra Hewraman. Ji bo wê ger hûn rojekî çûne bakûrê Îranê, bajarê Kelardeştê hûnê bibînin ul i gel ewqas sal ku koçberî vir bûne hêjî bêhna Kurd û Kurdistanê li wan tê...