Bang û piştgiriya ji bo pêkhatina Kongreya neteweyî her diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de çalakvanê civaka sivîl Hawrê Kurdî û Erselan Şêxanî yên ji bajarê Hewlêrê ku ji ajansa RojNewsê re axivîn, bal kişandine ser giringî û pêwîstiya pêkhatina kongreya neteweyî.

Çalakvanê Civaka Sivîl Hawrê Kurdî bi bîr xist ku li çar parçeyên êrîşên dijminên Kurd didomin û got: “Êrîşên dijminan çi di aliye leşkeri de çi di aliye fikrî be didomin. Wek ku me hemûyan dît DAIŞ‘ê di du salên derbazbûyî de êrîşî ser Başûr û Rojava kir. Li beramberî wê gêrîla hatin Başûr û pêşmerge ji çûn Kobanê. Ev ji di aliyê cewherî de parastinek gelek başbû.”

Bandora dewletên dagirkeran 

Têkildarî lidarxistina kongreya neteweyî ji Hawrê Kurdî ragihand ku mixabin heta niha piraniya aliyên siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê ji bin bandora dewletên dagirkeran ne derketine û wiha pêde çû: “Di 100 salên derbasbûyi de bersivek me ya zelal li hember dijmin nebû, li Başûr aliyên siyasî fikrên cûda li hember Tirkiye û Îranê heye. Evane ji du rûtiya siyasi ye. Ji ber wê ya girîng  ew e ku kongreya neteweyî werê lidarxistin û her çar parçeyên Kurdistanê li ser xalek hevbeş li hev bikin.”

 Keda KCK’ê mezin e 

Her wiha Hawrê Kurdî derbirî ku Tirkiye bi awayek vekirî dixwaze li Şengalê êrîşî şervan û gerilayan bike û wiha pê de çû:”Hêzekê Kurdî jî piştgiriya wê dike. Pêwîst e hemû welatî piştgiriya lidarxistina kongreya netewî bikin. Ji bo em li pêşiya şerê navxweyi bibin asteng her cûre erk di pêşerojê de li pêşiya me ye. Ji bilî van jî hêjayî gotinê ye ku KCK piştgiriyek mezin ya ji bo lidarxistina kongreya netewî dike. Mixabin li Başûrê Kurdistanê her tişt li gorî partiyan tên kirin. Cihê şanaziyêye ku rêberek wek Abdullah Ocalan karek baş ji bo pêkhatina kongreya neteweyî kiriye. ”

 Kurdan DAIŞ rawestand

Têkildarî heman mijarê çalakvanê civaka sivîl Erselan Şêxanî jî destnîşa kir ku pêwîst e niha li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo lidarxistina  kongreya neteweyî hewl bidin û got: “Em dibinin ku dijminek wek DAIŞ ku hemû cîhan jê tirsiya ye, Kurd li hember rawesta ne. Cihê keyfxweşiyêye ku  pêşmergeyên me dikare li hember wan rawestin û serkeftin bi dest bixin. Her wiha ji bo hemû cîhanê da diyar kirin ku amade ne û hebûna wan heye.”


SORAN HISÊN / ROJNEWS / HEWLÊR