METÎN YOKSU / MA / ÊLIH

 Min di helbestên xwe de zêde metafor bi kar anîne. Ez hemû peyvan ji xwîneran re dihêlim. Îro Rojhilata Navîn û Mezopotamyaya ku genim lê şîn hat, veguheriye gola xwînê û bûye sedema birîndarkirina genim.

Ramazan Kavak ê ku ji mamostetiyê hat îxrackirin, pirtûka xwe ya duyem a helbestan “Êşa Genim” weşand. Kavak got: “Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim, heqîqet e.”

Piştî pirtûka wî ya yekem a bi navê “Şiverêk“, Weşanên Na´yê “Êşa Genim” derxist.

Kavak got, wêje dişibe gel û wiha peyivî: “Heger gel bê eciqandin, divê wêje vê yekê bi wêrekî binivîse. Handîkapa herî mezin a civakên bindest ew e ku hejmara kesên bi zimanê xwe dinivîsin û dixwînin pirr kêm e. Wêjeya kurdî xwedî çandeke dewlemend e, lê gelo di wêjeyê de em gihîştine wê radeya ku em bibêjin temam e? Divê em li vê yekê bipirsin. Her wiha divê em ti carî jî qîma xwe bi ya heyî neyînin.”

Kavak ê ku nemaze di deh salên dawî de bala xwe daye ser xwendin û nivîsandina bi Kurdî, dibêje: “Ya ku hişt ez bi zimanê xwe binivîsînim heqîqet e. Ji bo em wêjeya xwe di nav wêjeya cihanê de bi awayekî çak bidin nîşan, nivîsandin û xwendina bi zimanê me berpirisyariyek e. Heger em di vê çarçoveyê de bixwînin û binivîsînin, em ê çi kêm û çi zêde, karibin deynê wêjevan û dengbêjên xwe yên ku zimanê me anîne roja îro jî bidin.”

Dozger wê ji bîr bibin Bêkes wê hebe

Kavak îşaret bi zilma dewleta Tirk a li dijî Kurdan û zimanê wan dike û dibêje, “Beriya bi çend rojan, pirtûka ku hemû helbestên Şêrko Bêkes tê de cih digirt, di dosyeyeke dozgeriyê de wekî sûc hat hesibandin. Ji bo çi pirtûkek wekî sûc tê hesibandin? Heger li welatekî wêje sûc be, dê aramiya civakî zêde texrîb bibe. Bi kîjan zimanî dibe bila bibe, divê mirov ji wêjeyê netirse. Kesên ku pirtûka Şêrko Bêkes sûc hesibandin, dê sibê bên jibîrkirin, lê dê Bêkes tim û tim bi helbestên xwe wê bê bibîranîn.”

Çima Êşa Genim?

Kavak li ser sedema navê “Êşa Genim” jî wiha dipeyive: “Li vê erdê, bav û dapîrên me genim çandine û berpêşî mirovahiyê kirine. Min di helbestên xwe de zêde metafor bi kar anîne. Ez hemû peyvan ji xwîneran re dihêlim. Îro Rojhilata Navîn û Mezopotamyaya ku genim lê şîn hat, veguheriye gola xwînê û bûye sedema birîndarkirina genim. Birîn jî tenê bi aştiyeke civakî dikarin bên kewandin. Simbilên genim ên vê xakê bi hesreta aştiyê ne û niha zer dibin.”

Kîjan helbest e kî helbestkar?

Ji bo helwêsta xwîner û nivîskarên Kurd di şert û mercên krîzên pirrhêl de jî Kavak dibêje, “Şert û merc çi dibin bila bibin, divê berkesê van şertan xwîner û nivîskarên Kurd bêhtir bi Kurdî bixwînin û binivîsînin û xwedî li pirtûkên Kurdî derkevin.”

Kavak ê ku xwe helbestkar bi nav nake, dibêje, “Niha her kes helbestan dinivîsîne û dibêje, helebstkar im. Lê kîjan helbest e û kî helbestkar e, ez nizanim. Ez tenê dinivîsînim, ya ku vê diyar bike gel e. Niha ji ber polîtîkayên neolîberal civak ji manewiyatê dûr dikevin. Aha di vir de wêje dikeve dewrê û vê manewiyatê teze dike. Îcar dema ku mirov xwe bi vê manewiyatê ve girê bide, dê civak mirovî bibîne û dê qîmet bide berhemên te.”