Parlamentera HDP’ê Dersim Dag bal bire ser pergala asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan û zimanê wan û got, “Hêza zimanê Kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar yên li Kurdistanê mezintir e. Zimanê Kurdî ji nijadkujiyê jî mezintir e.”
Dag: Di têgihana dewletê ya li hember Kurdan de tirsa “gelo Kurd wê azad bibin” hebûye, çawa ku Kurd bi hêviya azadiyê mezin bûne, dewlet bixwe jî bi vê tirsê mezin bûye. Lê belê niha tirsa wê li ber hêviya wan asê maye.
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag bal bire ser girîngiya zimanê sereke yê civakê û got, “Ziman hîm û rengvedana çand û jiyara gelekî bi xwe ye. Zimanê sereke ê gelekî her tiştê ku xwemalî wî gelî bi xwe ye, li xwe bar kiriye.”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag qala zimanê Kurdî kir û got: “Îdeolojiya fermî ya dagirkerên Kurdistanê ti carî destûra çandeke nivîskî û veguhêzî nedane, lewma zimanê Kurdî tekane mîrateya heyîna Kurdan û kelepora wan e. Her çiqas lîstikên beramberî tinekirina Kurdan bi awayekî xurt û bêsekin hatibin lîstin jî, negihiştine hêza zimanê Kurdî, ji lewra zimanê Kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar ên li Kurdistanê mezintir e: Belê, zimanê Kurdî ji nijadkujiyê jî mezintir e. Berfirehiya madî û manewî ya çanda Kurdan nehiştiye ku ti desthilatdar serî li Kurdan bide çemandin.”
Dag got nîjadkujiya ku bi rêya azîneyên leşkerî û bi polîtîkaya asîmîlasyonê xwe li ser Kurdan dide ferzkirin ti carî nehatiye pejirandin: ‘’Ji ber vê sedemê ye ku desthilatiyên komarê her tim xwedî tirsek mezin bûne, gelo Kurd wê azad bibin an na? Di têgihana dewletê ya li hember Kurdan de her ev tirs hebûye, çawa ku Kurd bi hêviya azadiyê mezin bûne, dewlet bixwe jî bi vê tirsê mezin bûye. Lê belê niha tirsa wê li ber hêviya wan asê maye.’’
Qirkirin dane ber xwe
Dersim Dag diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e qirkirina Kurdan daye ber xwe û ji bo ku vê armanca xwe bibe serî jî texsîr nake, her tiştî dike. Dag bi domdarî bal bire ser polîtîkayên bişaftinê yên dewleta Tirk û got, ‘’Zimanê Kurdî, bi du zaravayên xwe yên qedîm (Kurmancî û Kirmanckî) li Tirkiyê ketiye ber polîtîkayên kirêt yên bişaftinê. Pergala dagirker ya dewleta Tirk wisa dizanîbû, heke karibe Kurdan ji zimanê Kurdî dûr bixe, wê di bernamaya mêhtinkariya xwe de bi ser bikeve.’’
Divê Kurd bi Kurdî bifikirin
Dag qala astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û neaxaftina bi zimanê Kurdî kir û wiha domand: ‘’Bi milyonan Kurd êdî nikarin bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin û xwe îfade bikin. Armanca dewletê ew e ku Kurd bi Kurdî nefikirin, rehên wan ji Kurdbûnê dûr bibin, ew bibin hemwelatiyên maqûl yên ne Kurd. Dest û piyê dewletê li hev herbilîne. Bo nimûne nahêle ku xwendekar di lîsteya dersên bijartî de Kurdî bineqînin, ber hindê; yan Kurdî ji lîsteyê derdixe yan jî lîsteyê nîşanî malbatên Kurd nake û xwe bi xwe dadigirin. Asta nîjadkujiyê ya dewleta Tirk li bajar û metropolên Tirkiyeyê jî xwe bi zelalî radixe ber çavan, ji lewra hê jî li bajarên Tirkan Kurd ji ber Kurdîaxaftina xwe têne kuştin. Bê şik, yê kujer ne kes tenê ne, hê ji wan bêtir dewlet e yê kujer.”
Dersim Dag herî dawî got, dewleta Tirk destê xwe yê qirêj li her derî dide lê bi milyonan Kurd doza perwerdehiya bi zimanê xwe dikin:, ‘’Dewleta Tirk a dijminatiyê li Kurdan dike ji ber ku dewleta Japonyayê destûrnameya dersdayîna bi zimanê Kurdî da zanîngehên xwe û xebat da destpêkirin, bû agir kete pêsîra hikûmeta Japonyayê.
Dibe ku piştî demekê ev polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê bibin sedema azadbûna Kurdan, lewma hêleke asîmîlasyonê ya xurt heye; yê tê asîmîlekirin li hember yê asîmîleker bêtir bibiryar, serhildêr û tûj dibe.’’