Dîba Keskîn: "Min ji doktor re got, ‘kêmasiyeke mezin e, tu çima naçî dersên Kurdî, xwe hîn nakî? Nexweş nikare derdê xwe bibêje? Kurdî ji bo te şert e’ û wî jî got, ‘Hûn bêçare ne, em ne bêçare ne ’. Ev zilm e."

ŞEHRÎBAN ABÎ / JINNEWS/WAN

Dîba Keskîn dibêje, ji bo Kurdî, tenê axaftin ne bes e û wiha dipeyive: “Xwedîderketina li ziman tenê axaftin nîne. Divê em li her qada jiyanê bi zimanê xwe binivîsin, lêkolînê bikin, jê hez bikin û wî bi pêş bixin.”

Tevna Ziman û Çanda Kurdî di navbera 11-12’ê Çile de komxebatek kiribû. Hevşaredara Erdîşê ya dema berê, Dîba Keskîn a 2015’an hat girtin û Îlona 2019’an hat tehliyekirin û nivîskar Leyla Mîhrînaz Engîn, bi nivîsandina ya xwe li têkoşîna ji Kurdî zêde dikin.

‘Kurdî ji bo min jiyan e’

Dîba, Kurdî wek ‘axa lê dijî û gel’ bi nav dike û wiha pê de diçe: “Em bi Kurdî mezin bûn. Ruhê min fikrên min Kurdî ne. Beyî Kurdî jiyana min kêm e. Kurdî ji bo min teşeyê jiyanê ye. Ji bo zimanê me Kurdî tine nebe, divê perwerdeya bi Kurdî bidin zarok û ciwanên me. Divê li vî welatî bi giranî jiyan bi Kurdî be. Zimanekî din dike ku dirûvê wî li jiyana me bikeve. Em li dijî talankirin û zextlêkirina ziman, têdikoşin. Heger zimanê me nemîne, em ê jî nemînin.”

Dîba ji bo girîngiya perwerdeyê dibêje, “Bi destpêkirina dibistanê re Kurdî tê jibîrkirin. Axaftina malbatê tenê têrê nake. Ji ber ku di malbatê de wêje, dîrok, stran, lorîn, fîzîk û matematîk tine ye. Hewldanên têkbirina zimanê Kurdî her ku diçe zêde dibin.”

Doktor xwe hînî Kurdî bike

Dîba Keskîn behsa serpêhatiyeke xwe jî dike û rave dike ka çawa li ser dayikeke bi Tirkî nizane ya ku nexweş e, bi doktor re minaqeşe kiriye: “Dayikê derdê xwe ji min re got, min jî ji doktor re got. Piştre, min ji doktor re got, ‘kêmasiyeke mezin e, tu çima naçî dersên Kurdî, xwe hîn nakî? Nexweş nikare derdê xwe bibêje?’. Wî jî got, ‘ne pirsgirêk e, binêre, va ye tu ji min re derdê wê dibêjî’. Min jî got, ez ne li vir bûma belkî te ew şaş derman bikira. Min got, Kurdî ji bo te şert e û wî jî got, ‘Hûn bêçare ne, em ne bêçare ne ’. Ev zilm e. Li dijî van hemûyan divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ne tenê axaftin divê em binivîsin, bi pêş bixin, lêbikolin.”

Pirtûka Dîba Keskînê ya helbestan a bi navê ‘Bênder’ berî bi demeke kurt hatibû weşandin.

‘Dixwazin ziman tune bikin’

Nivîskar Leyla Mîhrînaz Engîn ku xebatên çand û wêjeyê dimeşîne, niha têkoşîna ku jinên Kurd bi kilamên xwe çand û jiyana xwe dikin, dinivîse. Leyla dibêje: “Zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e. Ji ber vê, dixwazin tine bikin. Divê li dijî vê em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin. Li her derê cîhanê bi mîlyonan Kurd hene. Divê em li dijî tinekirina zimanê xwe xwedî li çanda xwe derkevin.”