Nobeta Demokrasiyê dibe Kursiya Fêrkirina Kurdî. Êdî li hemû çalakiyên Nobeta Demokrasiyê wê textereş hebe û li ser texte wê Kurdî bê fêr kirin.

Mizgîniya çalakiyan dibe nabe meseleyeke din e, lê ev npûçeya çalakiyên bi dersên zimanê Kurdî ji Kurdên Bakurê Kurdistanê û dildarên Kurdî li seranserê Kurdî mizgîniyek e. HDP wê li dijî polîtîkayên qirkirina çand û ziman li cihê Nobetên Demokrasiyê Kursiya Zimanê Dayikê dayne. Yanî li Nobetên Demokrasiyê wê dersa zimanê Kurdî dest pê bike.

Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku polîtîkayên dagirkirina bi qeyûm a şaredariyên Bakurê Kurdistanê, di heman de mê de darbeya li dijî zimanê Kurdî ye jî. Rêveberên HDP’ê anîn ziman ku ew ê cihê Nobetên Demokrasiyê bikin Kursiya Zimanê Kurdî. Di kampanyayê ya de ku Komisyona Ziman a KCD’ê, Platforma Ziman, Saziyên Çandî û DBP piştevaniya wê dikin, di Nobetên Demokrasiyê de li ser textê reş dersên Kurdî bên dayîn.

 Li her derî û her wextê Kurdî

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, der barê kampanyayê de got, “Çawa Saziyeke Zimanê Tirkî heye, em dixwazin ku dewlet ji budceya xwe saziyeke wiha ji bo zimanê Kurdî fînanse bike. Navê wê bike înstîtû bike saziya ziman. Bila dewlet fermî wê jî qebûl bike. Li ser van her sê tiştan em siyaseta platforma ziman dimeşînin.”

Cizirî kampanyaya HDP’ê bi “gelek baş“ bi nav kir û got, “Bi ya min ne tenê rojên wiha awarte de, divê li her derê em fêrî zimanê Kurdî fêr bibin. Li mal, kolan, bazarê û medyayê de fêr bibin û biaxivin. Em dixwazin li dibistanan zimanê me bibe zimanê fermî. Ev pêwistiyek e.”

Divê siyasetvan bibin mînak

Cizîrî xwest li otogara Amedê jî anons bi Kurdî bên kirin û wiha dewam kir: “Mesela, wexta dibêjin, wê otobûs here Wanê, bi Kurdî anonsa bikin. Em dixwazin hemû ziman bên axaftin û em jî mafê xwe yê zimanî dixwazin. Divê em, medyaya me, siyasetvanên me, partiyên me, rêxistinên me bibin mînak. Bila niqaşên me bi Kurdî bin. Ji ber wê yekê gaveke baş e. Divê firehtir bibe. Bikeve nav rêxistinan û di nav çalakiyên siyasî de li her derê mirov bikare vê niqaşê bike.”

 

 AMED