Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê têkildarî zextên li dijî xwendekar û malbatên wan li Nûnertiya Egîtîm Sen'ê ya Qoserê civîna çepemeniyê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê Fettah Tekîn, Alîkarê Şaredarê Qoserê Şemsettîn Sulhan, Nûnerê Egîtîm Sen'ê Baran Îlhan, Serokê MEYADER'ê Yilmaz Eren, DOKH û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Qoserê Halîl Kuzu di civînê de axivî û diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê guherîn pêk tên û wiha axivî: "Li Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya rizgariya demokratîk dest pê kir. Hemû kes dizane ku em piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Bi vê pêvajoyê li herêmê şer bi dawî bûye û 7 meh tu kes jiyana xwe ji dest nade. Pêvajo derbasî asta duyemîn bûye. Lê hikûmetê heya niha tu gavên şênber neavêtine."
Kuzu, bal kişand ser pêkanînên keyfî yên li Qoserê pêk tên û wiha pê de çû: "Weke tê zanîn KURDÎ-DER saziyekî fermî ye û li ser zimanê kurd lêkolînan dike. Lê hinek hişmendî nerihet in. Bi taybet li ser xwendekarên me zextan pêk tînin. Xwendekarên me û malbatên wan rastî gefên polîsan tên. Berê jî zext li ser KURDÎ-DER'ê hebûn. Di encama van zextan de navên xwendekaran hatinbûn tesbîtkirin û pişt re çûbûn malên wan û ji malbatên wan re gotibûn, 'Zarokên xwe neşînin KURDÎ-DER'ê, wan şaş beralî dikin. Ji me û dibistanan dûr dixin. Tevlî bername û xebatên KURDÎ-DER'ê nebin.' Em van zextan şermezar dikin."
DÎHA/MÊRDÎN