Di kongreyê de pankarta, "Parastina zimanê dayîkê bi xwerêvebirinê pêkan e" hat daliqandin û kongreyê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê dest pê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek axaftinek kurt kir. Şîmşek diyar kir ku zîmanê Kurdî ji bo hebûna gelê Kurd pirr girîng e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji berê heta îro zîmanê me hat qedexekirin. Îro ji aliye axaftina ziman ve gelek pêşketin çebûne, lê îro jî em xwedî li zimanê xwe dernakevin. Em neyarê zîmanên din nînin lê divê em zimanê xwe di her warê jiyanê de bikar bînin. Ji ber vê yekê KURDÎ-DER, saziyên çand û hunerê pirr girîng in." 

Piştî axaftinan rapora aborî û xebatan hate xwendin û bi dengdana pêkhateya kongreyê hat erêkirin.

Di kongreyê de herî dawî rêveberî hate hilbijartin û reveberiya KURDÎ-DER'ê ya nû ji 7 kesên esil û 7 kesên yêdek pêk tê.

Lîsteya rêveberên esil wiha ye; Haci Ozkal, Şefîka Kaya, Nûrî Aydogan, Zehra Gultekîn, Ozan Kiliç, Kadrî Yeşîl û Azad Bîngol.

Lîsteya Rêveberiya yêdek jî wiha ye: Semra Bîrtane, Herdem Dogru, Salîh Altundag, Selvî Ekîcî, Zulkuf Bîlgîç, Nejat Bînîcî û Yilmaz Atan.  


 AMED