
Li Elmanyayê weha qebûl e ku bêhtirî milyonekê Kurd dimînin, lê belê ev hejmara Kurdan xwe li akademî û zanîngehên vî welatî nade der. Tevî ku li Elmanyayê beşên Kurdolojiyê yên bi vî navî hema hema nînin, li hin zanîngehan dîsa jî giraniya lêkolînên Kurdî heye.Yek ji van jî kursiya zimannasiya giştî ye li Zanîngeha Bambergê Dr. Ergin Opengin ku niha lêkolînên xwe di çarçoveya piştî doktorayê li vir dimeşîne. Opengin behsa lêkolînên li Bambergê, lêkolîna xwe ya niha pê dadikeve dike û dibêje, xebatên zimannasiya zanistî ya Kurdî di asta seretayî de ne, nexasim dema bi zimanên cîran ên weke Tirkî û Farsî werin berawird kirin.
Pisporiya Opengin di warê zimannasiya giştî de ye. Her wiha xebatên wî heta niha bi taybetî li ser pirsên morfolojî û sentaksa zimanên Kurdî û Îranî, dokumantasyona lehceyên Kurdî û tarîxa zimanê Kurdî radiweste.
‘Di bin banê Enstîtûya Şerqnasiyê de ye’
Opengîn pirsa “Li Zanîngeha Bambergê rewşa lêkolînên elaqedarî lêkolînên Kurdî çi ye?” û wiha dibersivîne: “Beşa me, beşa zimannasiya giştî, di bin banê Enstîtûya Şerqnasiyê de ye. Beşên îrannasî, tirknasî, erebnasî û hibrînasî yên serbixwe hene di bin banê vê enstîtûyê de, lê kurdnasî nîne. Em di beşa zimannasiya giştî de vê kêmasiyê piçek dadigirin. Bo nimûne, em dersên zimanê Kurdî di astên destpêk û navîn de didin (lê her dewr ev yek mumkin nebûye). Her wiha, lêkolînên Prof. Geoffrey Haig, serokê departmanê, û yên min zêdetir li ser zimannasiya Kurdî ne. Em hem lêkolînên li ser rêzimana Kurdî û hem yên li ser aliyên civakî yên zimanî encam didin û xebatên xwe wek gotar û kitêbên akademîk, piranî bi Îngilîzî, belav dikin. Bi sala nû re em dest bi rêzeyeke kitêban dikin li ser zimanê Kurdî, bi navê xwe yê Îngilîzî “Bamberg Studies on Kurdish”. Weşanxaneya zanîngeha Bambergê dê kitêbên vê rêzeyê belav bike û lêkolînên astbilind yên li ser her cîhetekî zimanê Kurdî (wek rêziman, edebiyata zarekî, perwerde, hwd.) dikare ji bo çapkirina di vê rêzeyê de bêne pêşkêşkirin.”
Wekî pêngava ewil bû
Di sala 2013’an de li Zaningeha Bambergê konferansa navneteweyî ya zimanzaniya Îranî hat lidarxistin û piştî vê konferansê li deverên cihê rêzekomxebatek bi navê “Jihevcihêbûn û Guherîn di Kurdî de” hat sazkirin. Dr. Opengîn li ser vê konferans û kargehê wiha peyivî: “Ji bo bihara 2013’an me dixwest em mektebeke biharê ya du hefteyî rêk bixin ji bo fêrkirina Kurmanciyê, bi taybetî bo vekoler û xwendevanên di warê Kurdnasî an lêkolînên Kurdî de. Lê ji ber gelek sebeban me nekarî vê yekê encam bidin. Lewma me xwest, wek fikra duyem, konferanseke biçûk li ser zimannasiya Kurdî rêk bixin ku zimannasên li ser Kurdî û zimanên cîran dixebitin bikarin lêkolînên xwe tê de pêşkêş bikin û ew kes bêtir hevdu nas bikin ji bo ku bikarin fikra hevkariyan bikin. Tebaxa 2013’an me li Bambergê xeleka pêncan ya konferansa zimanên Îranî rêk dixist; lewma me ev yek bi fersend zanî û yekser li dû wê bernameyeke du-rojî ya zimannasiya Kurdî bi rê ve bir. Me navê komxebat an workshop lê danî ji bo aliyê wê yê ezmûnî û xebatî bêtir li pêş çavan be. Me wek tema jî Cihêrengî û Guherîn destnîşan kir ji ber ku esasê zimannasiya modern her ew e: tesbîtkirin û belgekirina cihêrengiyên navxweyî yên zimanan û îzehkirina guherînên tarîxî yên di bunyeya zimanî de qewimîyî. Ew konferans her wiha wek pêngava ewil bû ji bo binecihkirin û bidezgehîkirina hewlên zanistî yên li ser zimanê Kurdî, lewre li dû wê konferansê me hejmareke taybet ya kovara Journal of Kurdish Studies li ser zimannasiya Kurdî amade kir (payîz 2014) û sala paştir me xeleka duyem a konferansê li zanîngeha Mardin Artukluyê, li Mêrdînê, li dar xist û havîna 2016’an xeleka sêyem a konferansê dê li zanîngeha Amsterdamê bi rê ve biçe.”
Kurdî ji bo lêkolînê xezîneyekê ye
Dr. Ergin Opengin destnîşan dike ku di warê zimannasiya zanistî de zimannasiya Kurdî di qonaxa seretayî de ye û wiha pê de diçe:” Ji ber ku xebatên heta niha li ser aliyên cihê yên zimanê Kurdî hatine kirin, nisbet bi zimanên din ên navçeyê (bo nimûne Tirkî an Farsî), pir kêm in. Û bo nimûne, ku cihê daxê ye, hêj jî nexşeyeke birêkûpêk û zanistî ya “Zimanê Kurdî” nîne li ber destê me.
Xebatên oryantalîstên ji dawiya sedsala 18´an heta nîvê ewil ê sedsala 20´an wek belge girîng in, lê wek tehlîlên ilmî pir noqsan in heta ku mirov nedikare wek çavkaniyên zanistî xwe bispêre. Lewma ji bilî xebatên Celadet Alî Bedirxan yên li ser rêzimana Kurdî di salên sihî de, lêkolînên pêşî yên di warê zimannasiya Kurdî de ji David Neil MacKenzieyê Îngilîz in, ku di salên pêncî û şêstî de derçûn, ji wan ya herî girîng jî kitêba wî ya du-cildî ya bi sernavê Kurdish Dialect Studies e, ku tê de lehceyên Soranî û Kurmancî yên Kurdistana Başûr teswîr dike. Piştî wê hejmareke din a rêzimanan û lêkolînên li ser mijarên taybet yên zimanê Kurdî li Ewrûpa, Emerîka û Rûsyayê derçûne, lê belê gelek caran di çarçoveya hewla vekoleran bi xwe de mane, an ku wan xebatan şiklê karekî kolektîv û nerîtê negirtiye. Bo nimûne, yekemîn konferansa zimannasiya Kurdî di sala 2002´yan de ji aliyê Prof. Geoffrey Haig ve li Kiela Elmanyayê hate birêkxistin, ku jixwe dewama wê jî nehat. Ev nêzîkî deh salên dawî ne lêkolînên Kurdî bi giştî gelek berfireh bûne û em rengvedana vê yekê di warê zimannasiya Kurdî de jî dibînin, lewre hejmara kesên ku li ser Kurdiyê dixebitin di akademiya cîhanî de ji hemû demên berê zêdetir bûye. Konferansa zimannasiya Kurdî ya min behskirî û hejmara gotarên akademîk ên li ser zimanê Kurdî nîşaneyên vê yekê ne. Her çend heta niha ewqas em pê nehesiyabin jî, beşên ziman û edebiyata Kurdî yên li zanîngehên Kurdistana Başûr, Bakur û Rojhilat jî dê tesîreke musbet li vê meydana zimannasiya Kurdî bikin. Serqise, zimannasiya Kurdî ev çend salên dawî ne rengê qad an meydaneke lêkolînê ya serbixwe werdigire û potansiyela mezinbûna vê meydanê gelek e, ji ber ku erdê zimanên Kurdî lê tên axiftin berfireh e û cihêrengiya navxweyî ya van zimanan wek xezîneyekê ye ji bo lêkolînan; bi kurtî, zimannasiya Kurdî meydaneke bikr û adan e.”
Ji çavkaniyên heyî îstîfade nakin
Opengin îşaret bi vê yekê dike ku zimannasiya Kurdî bi tenê di çend waran de nisbeten pêşketî ye, ew jî, bi giştî, rêziman, lehcenasî û çend mijarên taybet ên rêzimana Kurdî ne wek binyadê ergatîv û guherînên di vê binyadê de û wiha dewam dike: “Mijareke din a baş hatî vekolan siyaseta zimanî ya dewletan e li ser Kurdiyê. Mijarên zimannasiya civakî û antropolojîk, temasa zimanî ya tarîxî û hevçerx, guherînên tarîxî, dengnasî, zimannasiya belgeyî û kompûterî û gelek perspektîvên din hêj nû hêdî hêdî têne vekolan.
Wek gelek meseleyên din, pêşketina zimannasiya Kurdî jî maye ser hêz û girîngiya Kurdan di sehneya navneteweyî de, lewma baş û xerab ew dê rêya xwe vebîne; lê belê, kêşeya mezintir ku ez dibînim ew e ronakbîr û pisporên Kurd yên zimanê Kurdî pir kêm îstifadeyê ji çavkaniyên heyî yên zimannasiya Kurdî dikin. Bo nimûne, xebateke gelek hêja ya Ismail Kamandar Fattah heye bi navê Les Dialectes Kurdes Meridionaux (Lehceyên Kurdî yên Başûrî, 2000) li ser Kurdiya li eyaletên Kirmaşan, Îlam û Loristan û dewrûberên wan, ku tê de bi zelalî nîşan dide ku Lurî ne Kurdî ye, zimanekî serbixwe ye, bi tenê zimanê beşeke biçûk a herêma Luran dikeve nav Kurdiya başûrî. Her wiha nîşan dide ku lekî lehceyeke serbixwe ya Kurdî ye, ne parçeyeke Kurdiya başûrî ye. Tevî van zanyariyên li ser esasê lêkolîneke meydanî ya zimannasî, vekoler û zimannasên Kurdistana bakur, hetta ewên xwedanê berhemên girîng li ser ziman û ferhenga Kurdî, gava zaravayên Kurdî rêz dikin dikarin bibêjin “Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Goranî û Loranî”. Tiştekî bi navê “Loranî” nîne, “Lurî” (bi r’ya şidandî) heye ku ew jî ne Kurdî ye, li dêvila wê Kurdiya başûrî heye, ku lehceyên wek Kelhurî û Feylî û Kirmaşanî û hindekên dî tê de cih digirin. Her wiha lekî jî zaravayeke din a cuda ye.
Gelek fikr û zanyariyên xelet li ser zimanê Kurdî wek rastiyên zanistî têne pêşkêşkirin û binecih dibin, lewma bi min gelek girîng e ku dewra lêkolînên zanistî di nav nivîskar û ronakbîrên Kurdan de zêdetir bibe.”
Ergin Opengin kî ye?
Ergin Opengin doktoraya xwe ya di warê zimannasiya giştî de ji zanîngeha Sorbonne Nouvelle û zanîngeha Bambergê wergirt (2013). Li zanîngeha Bambergê wek vekolerê post-doktorayê dixebite. Tevî çendîn gotarên akademîk li ser zimannasiya Kurdî û wergera çendîn kitêban ji Îngilîzî bo Kurdî û Tirkî, nivîserê kitêba Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk li Tirkiyeyê (Avesta, 2011), edîtorê (ligel Geoffrey Haig) hejmareke taybet a Journal of Kurdish Studies li ser zimannasiya Kurdî, edîtorê (ligel Remezan Alan) kitêba Tîr û Armanc: Gotarên Rexneyî li ser Edebiyata Kurdî ya Modern e. Kitêba wî ya bi Îngilîzî li ser rêzimana lehceya Mukrî ya Kurdiya navendî (Soranî), bi navê The Mukri variety of Central Kurdish: Grammar, Texts, Lexicon, dê serê sala 2016´an ji weşanxaneya Reichert derbiçe.
LUQMAN GULDIVÊ/FRANKFURT