ROZA METÎNA / JINNEWS / AMED
Jina Kurd a Helbestkar Nezahat Dogan derbarê pirtûkên xwe yên helbestê yên bi navê “Demsalên Şikestî” û “Çîroka Emrê Min” de got, ew di bin bandora çîrokên dayika xwe de maye: "Min xwest hesreta welat û keça xwe bi helbestên Kurdî rave bikim. Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hînik dikin.”
Şair Nezahat Dogan ku hestên xwe yên bêrîkirina welat û êşa koçberiyê di herdu berhemên xwe yên bi navê “Demsalên Şikestî” û “Çîroka Emrê Min” de îfade dike, bal kişand ser taybetmendiya zimanê dayikê û got, "Şopên hestên jinên Kurd min bi zimanê dayikê nivîsandin. Lewma ez gelekî bextewar im. Bi kirasekî evînî min hestên xwe yên hezkirina welat bi zimanê Kurdî aniye ziman."
‘Li Rojava Kurd bê nasname bûn’
Nezahat a ku gelek êşa koçberiyê kişandiye, dibêje, "Ez li Nisêbînê ji dayik bûm. Ji ber ku di temenê zarokatî de ez dam mêr, min gelek zehmetî kişandin. Ez piştre derbasî Qamişloya Rojava bûm. Wê serdemê li Rojava Kurd bê nasname bûn. 6 salan ez li Qamişloyê mam. Herî zêde min bêriya dayika xwe dikir ew a ku ez bi çîrokên wê mezin bûm. Dema ku ez 22 salî bûm keça min wefat kir û piştre min dest bi nivîsandina helbestê kir. Dema ku min helbest dinivîsand, ez di bin bandora çîrokên dayika xwe, hesreta keça xwe û welatê xwe de bûm. Bi salan min êşa koçberiyê kişand. Niha jî li Swêdê dijîm. Hesreta welat û keça xwe min bi helbestên Kurdî xwest rave bikim. Helbestên bi zimanê Kurdî dilê min hînik dikin."
Nezahatê dibêje, wê êş û hestên jinê di helbestên xwe de anîne ziman: "Min dema ku li wêneyekî temaşe kir, di wir de min êşa jina Kurd a Êzîdî dît û nivîsand. Di heman demê de min serîhildan û hunerê jinên Kurd jî kir mijara helbestên xwe. Helbest ruhê mirovan e û wekî belgeyeke dîrokî ye. Lê ya girîng ew e ku tu ruhê xwe bi zimanê dayika xwe têr û geş bike.”
Nezahat dibêje, ew ji her zaravayên Zimanê Kurdî hez dike û wiha axaftina xwe bi dawî dike: "Mirov her bi zimanê xwe heye. Lewma ez ji her zaravayê Kurdî hez dikim. Min dixwest ez bi Soranî jî karibim helbestan binivîsim. Ji bo zarokên min zimanê xwe ji bîr nekin, ez bi wan re jî bi Kurdî axivîm û min huner jî bi zimanê dayikê hînî zarokên xwe kir. Çîrokeke emrê her kesî heye, ya min jî çîroka min hesreta welat, êşa koçberiyê, êşa keça min û têkoşîna ji bo doza Kurd e."