Berî ku ez dest bi vê gotara xwe bikim, ez cejna vejîna gelê Kurd û cejna remezanê li gelê Kurd û bawermendan pîroz dikim. Berî çend rojan hevalên rojnameyê ji nivîskarên rojnameyê xwestibûn ku ew wateya 15’ê Tebaxê vebêjin. Min derfet nedît ku bersivê bidim wê nameyê. Lê heke ez bîr û ramanên xwe der barê vê roja girîng de nebêjim, dê kêmasiyek çêbe. Lewre jî ez ê bi çend rêzikan bîr û raya xwe di vî warî de derpêş bikim. Ev roj wekî “Cejna Vejînê” hatiye binavkirin, li gorî mamoste Îsmaîl Beşîkçî di 15’ê Tebaxê de guleya yekemîn e ku li kesayetiya kole ketiye. Ji bo mirov wateya 15’ê Tebaxê baş fêm bike, divê mirov rewşa berê bizane. Rewşa Kurdan a berî 15’ê Tebaxê herî xweşik di van rêzikên Ebdulla Peşêw de hatiye ravekirin:
Sedan sal e:
Hewş û berey xom wala ye û
Le ber dergey dizanî xom pasewan im.
Belê bi rastî jî wisa bû, Kurdan dev ji aşî berdabû, bi pey çeqçeqokê ketibûn, leşkerê xelkê bûn, her wekî Ehmedê Xanî jî gotibû:
Ev rom û ecem bi van hesar in
Kurmancî hemî li çar kenar in
Piştî 15’ Tebaxê îro rewş çi ye? Her tişt li ber çavan e, êdî diz û xwediyê malê bi hev hesiyane. Êdî diz nikare diziya xwe veşêre, lê dîsa jî hewl dide ku bi rûpûşên nû rûyê xwe yê qirêj û gemarî binuxumîne.
Rewşa niha dîsa herî xweşik Ebdulla Peşêw rave kiriye, wî gotiye:
Min piştêkî birîndar im
Le qamçîy xom raperîwim.
***
Rojnameya me Azadiya Welat saleke din li pey xwe hişt. Rojname ji destpêka sala 1996’an bi vir de weşanê dike. A rast weşana rojnameyê bi Rojnameya Welat dest pê dike, ew jî digihêje 22 Sibata 1992’yan. Rojnameya Welat 115 hejmar hatiye weşandin. Piştî wê Rojnameya Welatê Me tê, ew jî 46 hejmar derketiye. Rojnameya Azadiya Welat xwediyê temenekî dirêj e, di dîroka rojnamegeriya Kurdî de kêm weşan gihîştine temenekî wiha dirêj. Ev jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Di vê yekê de keda bi sedan kesî heye. Di vê rê de gelek xwîn û xwêdan hatiye rijandin, bedel hatine dayîn. Îro jî bedel têne dayîn, bi dehan endamên çapemeniya azad girtî ne. Rojname ji sala 2006’an bi vir de bi awayekî rojane weşanê dike.
Dema ku mirov bala xwe dide vê ked û xwêdanê û rewşa rojnameyê mirov hinekî xemgîn dibe. Li gorî bîr û baweriya min diviya encameke baştir û rojnameyeke xweşiktir derketa holê.
Di destpêkê de dema ku rojnameya rojane dihat nîqaşkirin û amadekariya wê dihat kirin, me digot, divê rojnameya Azadiya Welat, rojnameyeke Kurdistanî be, li çar parçeyên Kurdistanê çi diqewime divê Kurdan di vî warî de agahdar bike. Lê mixabin digel ev qas derfetên heyî jî rojname weşaneke yekparçeyî ye. Her wiha ji nûçeyên Kurdistanê zêdetir nûçeyên Tirkiyeyê hene. Wekî din jî naveroka rojnameya Tirkî û Kurdî ji sedî 80 yek e. Kurdek dema ku rojnameya Azadiya Welat dixwîne, der barê rewşa Başûr, Başûrê Rojava û Rojhilat de hînî tiştekî nabe. Dema ku mirov berê xwe dide facebook û twitterê der barê rewşa Kurdistanê de zêdetir agahdar dibe.
Heçî meseleya ziman e, ez zêde naxwazim tiştekî bibêjim, lewre hê jî nûçeyên rojnameyê bi rêjeyeke mezin nûçeyên wergerê ne. Zimanê wergerê jî zêde ne serkeftî ye, jixwe dema ku ev qas zêde werger çêbe, ne pêkan e ku wergereke serkeftî pêk were. Piştî demekê bivênevê qalib û şayesên zimanê jêwergerandî bandorê li zimanê lêwergerandî dikin.
Bi vî hêviya ku heta saleke din ev rewş biguhere, ez salvegera rojnameyê pîroz dikim.
Kurdî êdî li ber deriyê dizên mala xwe nepasewan in