Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji bo dersên bijarte yên Kurdî bang li malbatan kir ku dersê ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Cizîrî got, di vê meseleyê de bar dikeve ser milê siyasetvanên Kurd jî: “Heke siyasetvanên me ji bo vê yekê bang bikin, xwedîderketina li Kurdî wê zêdetir bibe.”
Hefteya bihurî di 9’ê îlonê de serdema perwerdeyê ya 2019-2020’an li Tirkiyeyê bi nêzî 18 milyon xwendekar û nêzî milyonek mamosteyan dest pê kir. Herçî bi milyonan zarokên Kurd in, ew ê bikevin aşê asîmîlasyonê yê dewleta Tirk. Lê belê di encama têkoşîna miletê Kurd de ji sala 2012’an ve zarokên Kurd ji sinifa 5´an û pê ve li dibistana navîn Kurdî jî weke ders hilbijêrin.
Pêşî hişmendiya ji bo zimanê Kurdî
Axir berê eşkere bûbû ku bi dehhezaran zarokî ev ders tercîh kiribû, lê wezareta perwerdehiyê ya Tirkî mamosteyên pêwîst ji bo vê wezîfedar nekirin. Herçî ev salên dawî ne wezareta delweta Tirk a dagirker dane hîç parve nekirin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser mijarê peyivî. Ev platforma hanê dawiya sala 2018’an bi beşdariya 9 partiyên Kurd hatibû avakirin.
Şerefxan Cizîrî li ser xebatên xwe pêşî peyivî û got, ew wek platform dixwazin hişmendiya zimanê Kurdî li nav civakê zêde bibe: “Em nikarin xwe bikin şûna sazî û dezgehên Kurdî yên din û kursan vekin û dersan bidin. Divê di serî de hestyarî û hişmendiyeke zimanê Kurdî di civaka me de ava bibe.”
Aktor malbat û siyaseta Kurd in
Cizîrî bal bire ser dersên bijarte yên Kurdî û got, “Ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî dibe ku hin astengî derkevin. Dibe ku mamoste û midurê dibistanan astengiyê derxin. Lê divê ev nebe hinceta dev berdana ji vî mafî. Divê Kurd ji bo zarokên xwe bi israr vê dersê bixwazin.”
Cizîrî ji bo vê banga xwe li malbatên Kurd wiha dewam kir: “Divê ku malbat ji bo paşeroja zarokên xwe xwedî li vî mafî derkevin. Hey em ji daxwaza xwe ya bûna zimanê perwerdeyê ya Kurdî nayên xwarê. Divê malbat bi xwe bawer bin. Bar dikeve ser milê siyasetvanên me jî. Heke siyasetvanên me ji bo vê yekê daxuyaniyê bidin û ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang bikin, xwedîderketina li Kurdî wê zêdetir be.”
Cizîrî wekî din bi me da zanîn ku ew amadekariyan dikin ku 19-20´ê Cotmehê li Amedê konferansekê li ser zimanê Kurdî organîze bikin.
AMED