
Bi rastî, carinan mirov nizane çi bibêje û çi binivîse. Tiliyên mirov hema wilo li ser pişkokên tîpan diçin û tên. Mirov hema wisa li rûpelê spî yê li hemberê xwe dinêre û diheyire. Spîtî û şîniya rûpelê compûterê jî benda li pêşiya peyvan hilnaweşîne û hêrza dil naherikîne. Her diçe hêrz digirnije, tamsar, çors û nexweşik dibe. Mirov dixwaze ji dil verêşe. Wek bav û kalê me gotî; çavê xwe bigire û devê xwe veke; dilê xwe bidayina xeber û dijûnên herî kurdane rehet bike û pişt re jî bêje; oxxx xweşşş, hema min dilê xwe rehet kir.
Mixabin pirs û pirskirên me ewqas giran û dijwar in ku dilrehetkirina kêliyekê ji bêhnfirekirinê zêdetir ew ê bibe kul û janên nû û mîna dûpişkê bi dilê me vede. Dîsa em guhê xwe bidin şîretên kalên xwe ku dibêjin, xeber ne karê ciwanik û camêran e. Jixwe, ev cure tevger diyardeyên jarî, xweradestiya şert û mercên dijwar in, razîbûna bi qedera xwe û bêhêvîbûnê ne. Îca, piştî evqas pêşketin û tecrûbeyên mezin, tevgereke bi vî rengî teqabûlî asta pêşketina me ya takekesî û neteweyî nake. Şert û merc çendî destên xwe têxin qirika me û bêhnê li me biçikînin jî, her em rêyeke ji bo bêhnberdanê peyde dikin.
Em êdî ji zarîn û zûrîna guran, ji dek û dolabên neyaran biqasî ku qidûmşikestî û destgirêdayî nebin, birêxistin in û xwedî dost û hogir in. Dengê me diçe dinyayê û yê dinyayê tê me. Ez bawer dikim, hinekî jî ji ber vê ye ku birêvebirin Ereban, Eceman û Tirkan ewqasî li dijî me bi hovî û dirindeyî tevdigirin û dixwazin me di dilopeke av de bifetisînin. Ew luksa bav û bapîrên wan ên ku em dikuştin û li serê teaziya me rûdinişt, îro ji wan re nema ye. Xwîna me li ber çavê hemû dinyayê ji destê wan dinizile ser wijdanê mirovahiyê. Tevî ku îro ew hemû pîvanên ol, dadî, wekhevî, xwişkbiratî û cîrantiyê datînin aliyekî û wek ku bi kîna li dijî me tif kiribin bin zimanê hev; wisa li dijî me tev digirin jî, em têk naçin û gelê me roj bi roj li nirxên xwe xwedî derdikeve. Li çand û zimanê xwe xwedî derdikeve. Pêhesan û zanîna giringiya parastina ziman îro ji hemû deman bêhtir di nava Kurdan de belav dibe.
Te divê dewlet bin, te divê komeke biçûk bin ku di forma eşîrtî de dijîn, ziman û bikaranîna ziman mafê hemû etnîsîteyan e. Ev yek jî pîvana mirovbûyînê ye. Ji xwe re bifikirin, heta zimanek bi awayekî suriştî çêdibe, divê di pêvajoyeke çawa re derbas bibe? Hejmara faktorên ku zimanekî serbixwe pêk tînin, bê çiqasî gelek in û zehmet in? Heger di şertên labaratuwarî de ziman çêbibûna û ziman ne yek ji stûna herî saxlem a miletbûnê bana, wê asta êrişên li ser zimanê me ya ji aliyê van her sê neteweyên dagirker ve ne ewqasî dijwar bûya. Çima dewletan zimanê Kurdî wê qedexe bikirana û axaftina bi zimanê Kurdî biba sedema kuştina me?
Bi rastî, mirov helwêsta netewedewletên paşverû yên li Rojhilata Navîn fêm dike û loma jî, em bi hemû cureyan li dijî têgihiştina wan a seqet û dijmirovî têdikoşîn lê helwêsta xwedê giravî demokrat û çepgirên ji neteweyên serdest nayê fêmkirin. Gotina me ji bo wan kesan e ku di seheya siyasî de wek alîgirên me xuya dikin, lê dema pirs tê ser ziman û çanda Kurdî, yekser çîz dikin. Heta, hinek ji wan bi navê çepîtiyê bi zimanê xwe yê dayikê dijberiya xwe vekirî li dijî fermîbûna zimanê dayikê yê Kurdan diyar dikin.
Esas, ji ber vê têgihiştinê ye ku dema bav û kurek ronîvro ji ber kurdbûna xwe dibin hedefa êrişeke hovane. Ev êriş dîsa bi nave Tirk û tirkîtiyê tê kirin. Tirkên ku bi navê mirovahî û dadê hêviyên me ji wan hene; dernakevin kolanan, yan jî li meclisê bi yek dengî nabêjin; bi navê min û zimanê min Kurd û Kurdî nekuje, nekujin.
Ji bo me Kurdan helwêsteke bi vî rengî watedar e. Ev êdî rastiyek e ku ti mirov û gel nema ji birçîbûnê dimirin. Lê bi sedan gel û ziman ji ber polîtîkayên nijadperest mirine, dimirin û ew ê bimirin. Ji ber asta êrişan pirr berfireh û dijwar e; pêwistî bi hevkariya kom û kesên ji nijada êrişkar heye ku xwedî wijdan in. Îca, cewherê çîrokê jî li vir zelal dibe.
HDP`yek me ya hevbeş heye û gelek mirovên bi eslê xwe Tirk di nav vê partiyê de aktîf polîtîkayê dikin. Ew parlementer in, şaredar in, birêveber in. Ev kes jî, li hemberî neheqiyên navneteweyî gelek hesas û xwedî helwêst in. Lê di wan deman de ku êrişên wisa giran li dijî ziman û nasnameya Kurdî pêk tê, divê berî her kesî ew ji kursiya meclisê bi Kurdî biaxivin, li ber deriyê wezarata perwerdeyê çalakiyan bikin û di saziyên navdewletî de têkoşîna manûnemana zimanê Kurdî bînin rojevê. Bifikirin ku komîteyek pêkhatî hebe; ji zanyar, siyasetvan, nivîskar û parlementerên bi eslê xwe Tirk, Ecem û Ereb daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî bibin berdestê saziyên dunyayî…
Rêhevaltiyek wisa bi wate ye û pêwistiya me Kurdan îro bi hevkariyeke wisa heye.