Li Tirkiyeyê hefteya pêşiya me ji dibistana seretayî heta lîseyê demsala perwerdeyê dest pê dike. Zarokên Kurd û yên ji civakên din ên ne Tirk wê serê her sibehê dîsa sonda nijadperestiya Tirkî bixwînin (!) û biqîrin; “Turkum, dogruyum... Varligim Turk varligina armagan olsun (Tirk im, rast im... Hebûna min diyarî hebûna Tirkan be!..)”

Li Bakur bi salan e Kurdan ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî pirr komele û navend sazkirine. Îro belkî li her bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê navendên çandê, malên dengbêjan, şaxên Kurdîderê û xebatên Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) heye.
Li hêla din jî Kurd daxwazên xwe bi rojane bi êş û zehmetekî giran tînin zimên, her roj li kolanan li hember ewqas cop, lêdan û gaza îsotê ya polîsên Tirk li ber xwe didin û ji yên heft salî heta heftê salî gişt bi hev re diqîrin; “Bê ziman jiyan nabe!..”
Gelo di encama ewqas helwest û rijandina kedê de yê derketiye holê çiye?
Bersiva vê pirsê hefteya çûyî bi nûçeyeke ku kete ajansê re diyar bû: Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Amedê ji perwerdeyê re derîye xwe girt!...
Şaşitî ji kê û ji çi tê ez jî nizanim; lê wer xuya ye, ku daxwaziya perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî tenê di gotinê de dimîne. Li beramberê ewqas ked û êşê asîmîlasyon û helandina ziman, çand û nirxên Kurdî nayê sekinandin û otoasîmîlasyon her berdewam e! Jixwe li hinda asîmîlasyona di dibistanan de, înternetê jî mala me xera kiriye; yên ku Tirkî nizanin jî înternetê bi Tirkî bikartînin û xwe tevlî karwanê Kurdên asîmîlebûyî dikin...
Li hemberê rewşa ku li bakurê Kurdistanê li dar e, mirov ji vê pirsê xwe nikane bifilitîne; gelo ewqas sazî çi karî dikin û bona çi hatine sazkirin; an jî tu plan û programên wan tune ye? Çi tesîra wan li ser xelkê heye? Ên ku wana birêxistin dikin bona çi ewqas pere dirijînin? Ma daxwaziya perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê sloganeke ku mirov xwe pê deşarj û rehet bike ye?..
Dewleta Tirk bixwe li hêlekê ne mîna zimanê dayikê, tenê mîna nirxeke folklorîk li zimanê Kurdî mêze dike û naxwaze Kurdî bibe zimanê jiyanê. Li hêla din jî Kurdî ji dest û hestên Kurdan derdixe. Kurdiyeke ku hestên Kurdî têde tune ye, bi mantiq û naveroka Tirkî bikartîne. Heta niha bi TRT6ê û niha jî bi Ajansa Anatolyayê (AA) Kurdan, him jî bi Kurdî ji xelk û alemê re wek ‘terorîst’ nîşan dide.
Wer xuya ye, ku Kurd qasî dewletê, vê meseleyê bi girîngî hilnînin dest û helwesteke cidî ji Kurdî û perwerdeya zimanê zikmakî re nîşan nadin. Bi sekinandina şerê çekdarî re, yanî di ‘pêvajoya aştî û çareseriyê’ de jî Kurdan xwe sist, betal û bêkar kirine û sewa kurdewarîkirina jiyanê tu amadekarî nekirine!..
Diviya heta niha Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Amedê ji Zanîngeha Artûklû ya dewletê ya li Mêrdînê zêdetir, bi sedan fêrmend an mamosteyên Kurdî perwerde bikiriya û jî wan her yek li saziyeke Kurdan bicih bûbûna û niha di sedan saziyan de diviya bi hezaran Kurd bihatana perwerdekirin. Û gav bi gav Kurdî di jiyana civakî de bibûya zimanê sereke...
Heta ku Kurd xwedî perspektîfa jiyaneke xweser û alternatîf nebin û wê bi rê nexin, wê çaxê mixabin her tişt wê mîna çîrokekê tenê di sloganan de bimîne.
Belkî îroniyek e, îro Kurdên Rojavayî di avakirina jiyaneke xweser de pêşkêşiyê dikin û derseke dîrokî didin Kurdên Bakurî jî. Ji Dêrika Hemko heta Efrînê di nava şerekî pirr dijwar de perwerdeya bi zimanê Kurdî li dar e, lê li Amedê deriyê Akademiya Ehmedê Xanî ya Ziman û Wêjeya Kurdî girtî ye. Ma ne heyf e!..