Li eyaleteke din a Elmanyayê li dibistanên fermî, dersên Kurdî ji bo zarokên dibistanê dest pê kir. Îsal 91 şagirtên Kurd wê li paytexta Rheinland-Pfalzê, Mainzê û li du bajarên din li pênc dibistanan biçin dersên Kurdî. Ji bo qeydkirina zarokan li dersan hîna jî dereng nîne û heger tu li wê eyaletê yî, zaroka te diçe dibistanê, ji bo zaroka xwe ji dibistana wê/wî doza dersa “Herkunftssprachlicher Unterricht in Kurdisch” (Dersa Zimanê Dayikê bi Kurdî) bike.
Ji sala 1984´an ve, li eyaletên Nordrhein-Westfalen (NRW), Niedersachsen, Bremen û Baden-Würtembergê li dibistanên dewletê, dersên zimanê dayikê Kurdî hebûne. Îsal jî piştî ku betlaneya havînê bi dawî bû, li eyaleta Rheinland-Pfalzê dersa zimanê dayikê ya Kurdî dest pê kir.
Beriya niha jî eyaletê qebûl kiribû dersê bide, lê îdîa kiribû ku mamosteyên kuwalifiye nînin. Piştî têkoşîneke 10 salan a hiqûqî û burokratîk, di dawiyê de îsal dersan li sê dibistanên li Mainzê, û li du deverên din karî dest pê bike. Bi temamî 91 şagirt diçin dersan, lê hejmar dikare zêde bibe, ji ber ku qeydî dewam dikin. Ji bo van şagirtan 8 sinifên cihê hene.
Dibistanên ders li wan tê dayîn
Dersan 21 Tebaxê dest pê kir û li van dibsitanên li jêr zarokan li sinifan dersa Kurdî dît:
Li Dibistana Goetheschule ya li semta Neustadt a Mainzê, çarşeman saet ji 14:00´an heta bi 18:40´î li sê sinifên cihê;
Li Dibistana Schillerschule ya li semta Hechtsheim a Mainzê, pêncşeman saet ji 14:00´an heta bi 17:50´î li du sinifên cihê;
Li Dibistana Pestalozzi ya li semta Mombachê ya a Mainzê, sêşeman saet ji 14:00´an heta bi 16:15´an li yek sinifê;
Li dibistana sereke Grundschule-Hofgartenstrasse ya li bajarê Bad-Kreuznachê, rojên înê saet ji 14:00 heta 15:30´î li sinifekê;
Û li dibistana Crucenia-RS´ê ya li Bad-Kreuznachê, rojêîn înê saet ji 16:00 heta 17:30´î li sinifekê.
Hîna ne dereng e
Meclîsa Koçberî û Întegrasyonê ya Şaredariya Mainzê qederê 10 salan ji bo ku dersên zimanê dayikê yên Kurdî bên dayîn, têkoşiya. Wezareta perwerdeyê ya eyaletê dersan organîze dike û Yekîtiya Dêûbavên Kurd a Rheinland-Pfalzê jî bi awayekî çalak van dersan destek dike. Li ser navê yekîtiyê Hatıra Alak got, ji bo zarokên li Bingen û Ingelheimê miracaet kirine jî, wê li dibistanekê ders dest pê bikin.
Alak da zanîn ku van her du hefteyên bê jî, zarok dikarin di ser Yekîtiya Dêûbavên Kurd re ji bo dersên zimanê dayikê yên Kurdî miracaet bikin.
Şertên miracaetê çi ne? Şagirtekî ji sinifa 1ê heta sinifa 10´an dikare miracaet bike. Yên ku dixwazin beşdarî dersê bibin, wê li gorî temen û cihê lê dimînin, biçin yekê ji dibistanê li jor, ya herî nêzîkî wan.
NÎHAL BAYRAM / MAINZLi dibistaneke din Kurdî çêbû
Bi helkefta Kurdên li Rapperswillê ya Swîsreyê li dibistana Schachen Schuleyê kursa zimanê Kurdî Şemiyê dest pe kir. Di kursa bi înîsiyatîfa ‘’Komeleya Hîndekarî ya Kurdî’’ de Kurd pirr lê baldar in. Destpêkê sinifeke ji 16 kesan hate avakirin ku şagirtên di navbeyna 7 salî û 14 salî de wê dersê bibînin.
Kurs hefteyê rojekê ye, du saetan wê bidome. Tê payin ku demên pêş, hem şagirt zêdetir bibin û hem jî saetên dersê.
Li kantonên Thurgau li 9 dibistanan dersên Kurdî hene.
RAPPERSWILL