
Kovargeriya Kurdî di demên dawî de geş dibe. Kovarên xwerû Kurdî yên çandî, hunerî, rexneyî, edebî bi weşanên xwe ji sînorên Bakurê Kurdistanê jî dibihurin û xwe digihînin seranserê cihên Kurd lê. Nexasim di kovargeriya Kurdî ya dawî de hewldanên ciwanan derdikevin pêş. Yek ji wan kovaran jî Kovara BARê ye ku xebatkarên wê xwendakarên zanîngehê ne û giş Serhedî ne.
Kovara BARê hem bi naveroka xwe hem jî bi formata xwe, di kovargeriya Kurdî wê bibe şêwaz û rohniyeke nû. Nexasim di warê wergêriyê de kovar ji zimanên cihêreng, nivîsan dihundirîne, wek nimûne, ji Îngîlîzî, Erebî, Çînî û ji zaravayên Kurdî Soranî. Her wiha helbest û gotarên Kirmanckî jî di kovarê de cihê xwe digirin.
Me xwest bi xebatkarên kovarê re li ser kovargerî, wergêriya Kurdî û rewşa Kurdî ya Serhedê biaxivin. Ji edîtorên kovarê Mucahît Işikoglu, Berfîn Ayşe Ogut, Vahîde Ceylan pirsên me bersivandin.
Xuya ye ku ekîba kovara BARê li ser rewşa heyî ya kovargerî û weşangeriya Kurdî serwext e. Ji lewre jî dixwazim ji we bipirsim ka "rewşa niha a kovageriya Kurdî hûn çawa dibînin"?
Mucahît Işikoglu: Ez li Zanîngeha Marmarayê di beşa Siyasetzanî û Têkiliya Navneteweyî de dixwînim. Ez û Vahîde em di kovarê de edîtoriya wergeran dikin.
Kovar him kaniya wêjeyê ye û him jî cîhê vejîna şêwe û awazên nû ye. Di seranserê wêjeya cîhanê de jî ev yek li ber çav e. Divê ji bo wêjeya Kurdî jî peywira kovargeriyê ev yek be, ji destê ciwanan divê nivîs û şêweyên cur bi cur, bi rêya kovaran xwe berdin nav wêjeya Kurdî. Lê mixabin ji bo kovargeriya Kurdî ev pêvajo hêj hêdî û bi zehmet didome. Ji ber nebûna perwerdehiya Kurdî, zimanê Kurdî yê wêjeyî xwe dereng digihîne ciwanên Kurd û ev jî dibe sedema kêmbûna kovar û fanzînên bi Kurdî. Ji aliyê din ve ev jî nayê wê wateyê ku em xwe bavêjin bextê mexdûriyeta bêdewletbûnê, ji ber ku em xwediyê dezgeh û saziyan in ji bo çapkirina kovarên nû. Belê kovar û fanzînên bi Kurdî kêm in lê rewş her ku diçe baştir dibe û bi normalîzasyona zimanê Kurdî yê wêjeyî wê kovarên wek Heterotopîa, Jehr û Bar zêdetir bibin û dengê ciwanan têxin nav wêjeya Kurdî.
Berfîn Ayşe Ogut: Ez jî di beşa sosyolojiyê de dixwînim û li Mûşê dijîm. Bi Bîlal re edîtoriya BARê dikin em.
Kovargerî û weşangeriya Kurdî di vê qonaxa dawîn de, piştî salên nodî dest pê kiriye û heta niha jî bênavber didome. Ji ber ku niha di çapkirin û belavkirina kovarên Kurdî de astengî dernakevin, li gorî berê derfet gelek zêde ne. Lê mixabin jimara mirovên ku bi Kurdî dixwînin gelek kêm e, kovargerî di nav çerxeke gelek teng de dimeşe. Piştî salên nodî kovargeriya Kurd li bajarê Stenbolê dest pê kiribû lê niha derfet çêbûne ku em li ser axa welatê xwe kovargeriyê bikin. Li gorî berê her diçe qelîteya kovarên Kurdî bilind dibe. Di salên dawîn de kovarên wek wêje û Rexne, Zarema di asteke gelek bilind de tên belavkirin, ev jî serbilindiya kovargeriya Kurdî ye. Dîsa kovara Nûbiharê weşana xwe gelek bi îstîqrar domandiye û di kovargeriya Kurdî de mora xwe li van bîst salên dawîn xistiye. Lê ji bo rêyeke fireh li ber kovargeriya Kurdî vebe, hewcedarî pê heye ku zimanî Kurdî wek fermî bê qebûlkirin û xwendina li dibistanan bi Kurdî be.
Vahîde Ceylan: Di beşa Mamostetiya Îngilîzî de dixwînim. Li zanîngeha Hacettepeyê me. Ez û Micahît em pevre ne bo wergeran.
Wek ku hevalan jî behs kir, kovargeriya me geştir dibe roj bi roj. Di bin qedexeyên giran de Kurdî stargehek e bo me. Çi çawa ji destê me hat em ê bi wî awayî bikin.
Barê kovara we çi ye?
B.A.O: Barê Kovara me çi ye? Barê kovarê çand û hunera Kurdî ye. Wek tê zanîn, çavkaniya çanda devkî ya zimanê Kurdî xwe digihîne hezar salan û ji ber wê jî gelek xurt e. Lê ji ber rewş û derfetên siyasî çand û hunera Kurdî di warê nivîsê de li dû neteweyên din maye. Armanca me ew e ku em di warê nivîskî de xizmeta ziman, çand û hunera Kurdî bikin. Ya herî girîng jî em dixwazin ji bo çanda Kurdî li Serhedê deriyekî vekin ku nivîskarên ciwan xwe bi pêş bixin û ev li Serhedê wek kevneşopiyekê bidome. Lewra em gelek baş pê dizanin ku her tişta devkî di nav demê de dikare wenda bibe lê nivîs hertim li ber çavan e û wê heta hetayê bimîne.
V.C: Barê kovara me bi ya min “xewn” e. Kurdînûsîn û xwendin bo min xewnek e. Hê jî wisa ye. Barê BARê ji vê xewnên kesane pêk tê û dil dike ku girekî ava bike ji xwe re.
Di naveroka kovarê de nivîsên werger ên ji zimanên biyanî pirr in. Di Kurdî de gava ku behsa wergêriyê dihat kirin, tenê Tirkî dihat bîra mirov, lê di kovara we de heta bi metnên ji Çînî jî bo Kurdî hatine wergerandin hene. Di warê wergeriyê de kovara we bi mîsyoneke çawa wê rabe?
B.A.O: Tişta ku ziman bi pêş dixe werger e. Di wergerê de ziman xwe îspat dike û di qada cîhanê de xwe dide kêleka zimanên din. Jixwe tu li kîjan kovara baş dinêrî, gelek grîngiyê bi wergerê didin. Em vêya di kovarên Wêje û Rexne û Zaremayê de jî dibînin. Ya me jî heta sînorên derfetên xwe em ê cî bidin wergerê û hewl bidin ku Kurd edebiyata cîhanê bi zimanê xwe bixwînin. Em di vî warî de xwe wek mîsyonekê nabînin lê gava em karibin di vî warî de xizmetekê bikin, ew ê ji bo me û kovara me bibe serbilindiyek.
M.I: Ji bo pêşketin û kemilîna wêjeya Kurdî divê em hay ji wêjeya cîhanê hebin. Ev kemilîn jî bi haydarbûna tradîsyonên wêjeyî yên zimanên cîhanê pêkan e. Rast e ku gava behsa wergerê tê kirin wergerên ji Tirkî bibîrdikevin lê em dixwazin xwe ji vê yekê bifilitînin û dest bavêjin Îngiliziyê, Erebiyê, Çîniyê, Îtaliyê, Spanyoliyê û hwd. Me di hejmara yekem de cîh da wergerên ji Îngilizî, Erebî û Çîniyê lê em di hejmarên bê de li benda wergerên ji zimanên cûdatir in jî.
V.C: Helbet, dive were destnîşankirin ku bê werger wêje tam nîne. Me jî go madem ên berê piranî ji Tirkî wergeran dikin û em jî ji vî halî aciz in, ka bise em wek nifşên nû tişteke din bikin.
Ji ber ku derûdora we xwendakar û ciwan in- bi giştî hûn asta xwendin û nivîsandina Kurdî çawa dinirxînin?
M.I: Mirov li ser medyaya civakî bêtir pê dihese ku zimanê ku ciwanên Kurd pê diaxivin û dinivîsînin xwe nagihîne asta fikr û ramanên edebî. Zimanê ciwanên Kurd an ji ber zêde polîtîzasyonê xwe nagihîne naveroka nivîsên wêjeyî an jî li rêzimanê diterpile û ji naverokê dûr dikeve. Divê Kurdên dest bi xwendina nivîsekê dikin, bêtir li naverokê kûr bibin û yên ku nivîseke wêjeyî dinivîsin jî nekevin xefika otosansurê û henek, rexne, erotîzm çi ji hundirê wan tê binivîsin.
B.A.O: Wek ku me li jor jî behs kir, bi giştî meraqa xwendinê di nav Kurdan de kêm e. Mixabin rewşa keç û xortan jî wisa ye. Îcar ji ber ku bi Tirkî perwerde bûne û xwendina Tirkî ji wan re hêsantir tê yên dixwînin jî berê xwe didin Tirkî. Mixabin di vê qelsiyê de rola siyasetmedarên Kurd gelek zêde ye. Keç û xort siyasetmedaran ji xwe re wek mînak digrin lê mixabin ew ne bi Kurdî dizanin, ne dipeyivin û ne jî qîmetekê didin zimanê Kurdî. Ji bo hevpeyvînê em spas dikin û ji Serhedê silavên germ dişînin..
Xwendina Kurdî li Serhedê
Qasî em dizanin kesên ku di lijneya weşanê de cîh digrin Serhadî ne. Gelo asta xwendina Kurdî li Serhedê çawa ye?
B.A.O: Ya rastî, Kurdî li Serhedî, ji hemû bajar û herêmên Kurdan ên din zêdetir tê axaftin. Lê Kurdiyeke navmalî ye û di nav çerxa asîmîlasyonê de hatiye parçekirin. Herçiqas jimara kesên bi Kurdî diaxivin zêde bin jî, jimara kesên bi Kurdî diaxivin li gorî deverên din kêm in. Jixwe bi giştî di nav gelê me de meraqa xwendinê tune ye, îcar xwendina Kurdî bi temamî qels e. Lê em ê hewl bidin ku kovara me li Serhedê deriyeke Kurdiya nivîskî veke û di nav keç û xortan de belav bibe. Hûn li gor derûdorên xwe.
M.I: Mixabin li seranserê bakurê Kurdistanê rewşa xwendina bi Kurdî ne baş e û li Serhedê jî kêm zêde rewş wiha ye. Zimanê Kurdî zimanekî têredebî dibe bere bere û bi hewldanên nû wê bikaribe xwendevanên Kurd ji bandora zimanê Tirkî bifilitîne. Ev jî sedema herî berbiçav e ku barê Kovara BARê zêdetir dike.
ÎBRAHÎM BULAK