Nivîskar û helbestkarên jin nerazîbûn nîşanî biserdegirtina Weşanxaneya J&J'yê, kirina nezaretê û girtina nivîskaran da û got, ev êrişeke li dijî Kurdî û hebûna Kurdan e, lê ew ê li dijî vê hevgirtina xwe û karê xwe xurttir bikin. Polêsên dewleta Tirk 26'ê Hezîranê bi ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girtin û di encamê de 42 kes kiribûn nezaretê. Di çarçoveya qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan a bi navê “operasyona li dijî KCD'ê” polêsên dagirkeriya Tirk avêtin ser avahiya Weşanxaneya J&J'yê jî. Xwediyê Weşanxaneya J&J'yê nivîskar Azad Zal jî girtin. Wekî din nivîskar Adil Qazî, Nesrîn Navdar jî hatin girtin. Nivîskar û Helbestkar Yildiz Çakar bal bire ser êrişên hikumetê û got: "Hikumet her tim bi awayekî sîstematîk êrişî ziman û çandê dike. Ev jî parçeyek ji polîtîkayên tinekirina Kurdan e. Pergala serdest pêşketina çand û ziman tehlûke dît. Li ser van xakan kesekî bi Kurdî diaxive tê qetilkirin, bi Kurdî li stranekê guhdarî dike, tê qetilkirin. Niha jî berê xwe dane nivîskar û weşanxaneyên Kurdî. Weşanxaneya J&J'yê ji avakirinê û heta îro kedeke girîng daye ber xwe û gelek nivîskaran pirtûkên xwe lê çap kirine. Girtina weşanger û nivîskarên Kurd ne tenê ji bo astengkirinê, her wiha înkarkirina çand û zimanê Kurdî ye. Ez vê êrişê şermazar dikim. Li hemberî êriş û çewisandinan pêwistiya me bi hevgirtin û lihevxwedîderketinê heye." Em karê xwe nîvco nahêlin Helbestkar Herdem Merwanî jî got, "Di demên dawî de gelek jin li Weşanxaneya J&J'yê hatin gel hevdu. Ango xwedîderketina weşanxaneyê jî çêbû. Bi taybet ji weşanxaneyek ku ji jinan re bibe war. Îqtidara bi vê hesiyaye, polîtîkayên tinekirinê xistin dewrê. Ev êriş li dijî Kurdan hemûyan e. Dixwazin bi vî rengî Kurdan tine bikin. Lê çiqas em werin girtin, em werin astengkirin jî em ê karê xwe nîvco nehêlin. Em ê li her warî li her cihî binivîsîn û rastiya civaka xwe bi lêv bikin." Nivîskar Rengîn Kardelen jî got, "Hevalên hatine girtin nivîskar, rewşenbîr, û endamên PENa Kurd bûn. Weşanxaneya J&J'ê rûmeteke mezin dida ked, xebat û nivîsên ji girtîgehan. Weşanxaneya J&J'yê li hemberî asîmlasyonê berxwedaneke mezin dike û ji ber vê misyona xwe bû hedefa êrişan. Em soz didin ku em ê li xebatên wan xwedî derkevin. Em bi hev re Weşanxaneya J&J'ê hîn mezintir, xurtir û berfirehtir bikin. Ez van êrişên nîjadperest ên dijminantiyê şermezar dikim." Bi tinekirina ziman dixwazin me tine bikin Helbestkar Încî Egîd jî got, "Kirina nezaretê ya hevalên me, sûc e. Bi weşanxaneyê re wan xizmeta ziman û civakê dikir. Ango weşanxane barê dibistanê jî digirt ser milê xwe. Em bi nivîsên xwe re azad dibin, kesek nikare wê azadiyê ji me bistîne. Hêvîdar im ku hevalên me werin berdan.” Helbestkar Zozan Gulan jî got, "Ev êriş bi taybet li dijî Kurdan e. Em weke nivîskarên J&J'yê van êrişan bi tundî şermezar dikin. Em li weşanxaneyê weke malbateke mezin bûn. Dixwazin bi tinekirina ziman re me jî tune bikin. Em hêvîdar in di demek kurt de hevalên me werin berdan." AMED