HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK, Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsiyatîfa Azadî hatin cem hev û “Platforma Zimanê Kurdî” ava kirin. Platform wê di navbera 10-11’ê Mijdarê de komcivînekê li dar bixe û di civînê de nexşerêya xwe diyar bike. Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî, platform wê vê mijarê têxe rojeva Tirkiye û navneteweyî.
Berpirsiyarê Karên Siyasî yê Tevgera Azadî, Parêzer Sitki Zîlan got, li hemberî zext û zoriyên dewletê yên li ser siyaseta Kurd, hatina cem hev a 9 partiyên Kurdan pirr girîng e û ji bo xebatên ji bo ziman jî got, ew ê komcivînekê nexşerêyê diyar bikin, 3 koman çêkin; komek li nav gel wê xebatan bimeşîne, ya din li Enqereyê û ya din jî li meydana navneteweyî bixebite.
Doza statuyê ji bo ziman
Zîlan destnîşan kir ku ew ji dewletê ji bo zimanê xwe statuyê û perwerdehiyê dixwazin û got, “Peymana Mafên Zarokan, mafên neteweyî, mafên hindikahiyan, UNESCO hene. Ji bo vê di warê hiqûqî de liv û lebat wê hebe.”
Serokê Giştî yê OSP’ê, Sînan Çîftyurek jî anî ziman ku li dor ziman hatina cem hev a kurdan, ji bo yekîtiya neteweyî jî cihê hêviyê ye û ji bo çar parçeyên Kurdistanê îşaret bi girîngiya xebatên di vê çarçoveyê de kir. Ji bo komcivînê jî Çîftyurek got, “Lê komcivîn dê biryara vê yekê bide. Heger em biryara xebateke mayînde bidin, wê têkilî bi Başûr, Rojava, Rojhilat û Esntîtuya Kurdî ya Parîsê re jî bê danîn.”
Daxwazên rewa û xwezayî ne
Alîgirê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Sedat Dogan jî got: “Êdî hat wê astê ku li vê xakê zimanê Kurdî qedandin. Ez û nifşên ku me bi hev du re dest bi dibistanê kir, ji bilî Kurdî bi tu zimanan nizanibû. Hîn jî dê û bavên min bi Tirkî nizanin, lê niha zarokên min jî bi Kurdî nizanin. Mixabin di navbera dê, bav û zarokên xwe de wergêrvaniyê dikim. Divê zarokên min bi zimanê xwe yê dayikê Kurdî bên perwerdekirin.”
Dogan, diyar kir ku divê demildest Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî û got, “Ev daxwaz ne daxwazeke siyasî, daxwazeke xwezayî ye. Ji bo ev ziman tine nebe, em hatin cem hev. Em bihêvî ne.”
MA / AMED