4'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya "Zarok pêşeroj in" bi resepsiyonekê dest pê kir.
Di resepsiyonê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, 2'emîn Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk Ozdemir Aktan, 70 akademîsyenên ku ji ewropa û çar aliyên bajarên Kurdan hatibûn amade bûn. Di resepsiyonê de Sekreterê Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê Şehmus Ozmen axaftin kir.
Di resepsiyonê de Serokê Rûmetê yê Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê Adem Avcikiran, axivî û xwest kongre serekftî derbas bibe. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî anî ziman ku dixwaze pir tiştan bêje, lê hêj li ser axa wan ewrê reş û tarî digerin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî da zanîn ku Kurd bûne 4 perçe û ligel hemû polîtîkayên perçekirinê dîsa Kurd bûne yek û li ser piyan in. Turk, bal kişand ser hevdîtinên di navbera CHP'ê û AKP'ê de xwest dest ji polîtîkayên qirêj ên li ser Kurdan dimeşînin berdin. Turk bang li gelê Kurd kir û xwest bibin yek û tifaqa xwe xurt bikin.
50 milyon mirov bi Kurdî diaxifin
Piştî resepsiyona şêva din, doh Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn dest pê kir. Li salona kongreyê ku di nava wan de bijîşk, karmendên tenduristiyê yên ji Herêma Federal a Kurdistanê, Ewrupa, Tirkiye û heremê beşdarê kongreyê bûn. Li salona kongreyê ku bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî (zaravayên Kurdî), îngilizî û Tirkî "Hûn bi xêr hatin 4. Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê" hate daliqandin.
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji hêla Serokê kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun ve hate kirin.
Dursun, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û diyar kir ku li dinyayê nêzîkî 50 milyon mirov bi zimanê Kurdî diaxivin. Dursun, da zanîn ku ev hejmar beranberî nifûsa 50 dewletên serbixwe dike. Dursun, anî ziman ku li gorî hêza xwe jî zimanê Kurdî di nava bi hezaran zimanî de dikeve rêza 40'î. Dursun, diyar kir ku di hemû kongreyên berê de mijareke wan yê serek hebû, di vê kongreyê de jî mijara wan a sereke zarok in. Dursun, derbirî ku ew zarokên ku di vê erdnigariyê de jiyaneke xweş nebû para wan, ew zarokên ku jiyana wan ji wan hatiye standin. Dursun, derbarê kongreyê de jî ev agahî da: "Di vê kongreyê de nêzî 60 kes wekî axaftvan, bi giştî ji 70'yî jortir bijîşk dê cih bigirin.
Axşaftinên ku dê kongreyê de bên kirin, dê ji sedî 80 bi Kurdî bin. Bi zimanê Tirkî û îngilîzî jî dê pêşkêşî hebin. Di organîzasyona îsal de me navê xebata xwe guhert. di her sê xebatên borî de, navê "Rojên Tibê Yên Mezopatamyayê" hatibû bikaranîn. Me dît ku ev nav têrî me nake û em her ku diçin mezin dibin, bi vê mebestê me navê vê xebata xwe kir "Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê."
Kongreya 5. li Silêmaniyê pêk tê
Piştî axaftina vekirinê Şaredarê berê ku 35 sal şaredariya Hannoverê kir Dr. Herbert Schmalsteg axaftinê kir. Schmalsteg ku bi zimanê almanî axivî Prof. Dr. Huseyîn Bektaş tercumeyê Kurdî kir. Schmalsteg, diyar kir ku ew dixwazin kongreya 5'emîn a 2013'an li Silêmanî pêk bînin û wiha got: "Em dê kongreya xwe bigihînin salvegera Komkujiya Helepçeyê. Ji ber ku felaketên wekê Hîroşîmayê di cîhanê de tê zanîn. Lê Komkujiya Helepçê zêde nayê zanîn. Ji bo ku em bal bikşînin ser komkujiyê em dê salekê din çalakiyên girseyî jî pêk bînin. Em dê Komkujiya Helepçeyê bixin rojevê."
Piştî axaftinê zarokekê bi kinc û berê heremî derket ser dikê û Peymana Mafê Zarokan bi Kurdî xwend.
Erîş şermezar kirin
Hemû delegeyên 4'emîn Kogreya Tibê ya Mezopotamyayê , piştî navber dane kongreyê, derbarê girtin û binçavkirina xwendekarên tibê û şaredarên BDP'yî yên li Wanê pêk hat de daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Odeya Tibê ya Êlihê Dr. Mehmet Demîr daxuyanî xwendin. Demîr, binçavkirina xwendekarên tibê yên di 6'ê hezîranê de heman demî de serdana malan de li gelek bajaran binçavkirin hate kirin, bibîrxist û got: "Hikûmeta AKP'ê ku dema hostayiyê bi hostayî birêve dibe, faşizmekê hosta pêk tîne."
AMED