Di jiyana mirovan de mirin jî qonaxeke bivênevê ye. Ji bo kesên ku xwe fedayî doza gelê xwe dikin mirin her tim li ber dêrî ye. Lê dîsa jî dil naxwaze tu mirinê qebûl bike. Ji bo vê yekê em dibêjin, bihêlin bila raman azad bin, bila mirov karibin li gorî hêvî û daxwazên xwe bi awayekî demokratîk xwe bi rêxistin bikin da ku pêdivî bi şer û lêkdanê nemîne û kes nemire. Dema ku te riya derbirîna ramanê bi darê zorê birî, te nehişt ku mirov ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên xwe birêxistin bibin, wê demê dê hinek jî ji bo derbirîna ramanên xwe û pêkanîna hêvî û daxwazên xwe bi şerê çekdarî derkevin pêşberî te.
Berê xwediyên dewletê bi awayekî vekirî digot, “Em li dijî ramana kurdperweriyê û hebûna kurdan in.” Niha kes vê yekê bi awayekî vekirî nabêje, di gotinê de hebûna kurdan dipejirînin, lê mafê kurdan napejirînin. Di vî warî de belkî kesê herî rastgo, Devlet Bahçelî ye. Mêrik bi awayekî zelal dibêje, em li dijî kurdiniyê û doza kurdan in, ew doz bi çi rêbazê were parastin jî em ê bi pest û pêkutiyan, bi darê zorê tepeser bikin.
Lê belê AKP û hevalbendên wê vê yekê nabêjin, qala demokrasî û mafan dikin, lê di encamê de dijminatiya bîr û ramanan, dijminatiya doza kurdiniyê dikin. Nexwe ji bo wan tiştê girîng ne rêbaz e, tiştê girîng doza azadiya kurdan e. Îro pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê ye, rê li ber derbirîna ramanê digire, rê li ber rêxistinbûnê digire. Makeqanûna Tirkiyeyê li ser bîrdozeke nijadperest hatiye avakirin, hemû qanûn jî li gorî wê bîrdozê hatine nivîsandin. Her wiha pergala perwerdehiyê jî li gorî vê bîrdoza fermî mirovan digihîne û teşe dide civakê. Her tişt divê li gorî wê teşe bigire. Kesên vê bîrdozê nepejirînin, yekser dibin sûcdar û tên girtin, heke li ber xwe bidin jî tên kuştin.Bi hezaran siyasetmedarên kurd ji ber ramanên xwe û têkoşîna demokratîk hatine girtin, hê jî tên girtin.
Li gorî baweriya min helwesta MHP’ê ji ya AKP’ê bi rûmetir e. Lê helwesta herî kirêt û bêrûmet ya hinek kurdên me ye. Wisa lê hatiye, heke segek jî bi aliyê PKK’ê de bireye, rojname û televizyonên tirkan mîkrofon û hoparlorê didin ber derê wî. Çend kundir derketine û dibêjin, “Ji bo min mekuje!” Kes napirse, “Tu kî yî? Te heta niha ji bo doza azadiya gelê kurd çi kiriye û tu çi dikî? Kî ji bo te kê dikuje?” Heke te ji bo doza kurdan tiştek nekiribe, te koletî û tirkîtî li ser xwe qebûl kiribe, ew tercîha te ye. Tu nikarî serşorî û koletiyê li ser kesî ferz bikî. Heke ji te tê bi rê û rêbazên demokratîk doza gelê kurd berz û bilind bike, riya çareseriyê veke, wê demê pêwîst nake ku kes kesî bikuje.
Hinek partiyên kurd jî şerm nakin radibin her çalakiya gerîlayan şermezar dikin, lê rojekê me nedîtiye ku wan li dijî dewletê tiştek kiriye. Hem doza federasyonê dikin, hem jî dibêjin, “Bila kurd xwe radestî AKP’ê bikin.” Diyar e ku derdê dagirkeran ne rê û rêbaza têkoşîna azadiya kurdan e, derdê wan ew doz bi xwe. Divê her kes vê bizane û li gorî wê helwesta xwe diyar bike. Bila kes bi dek û dolabên dagirkeran nexape, nekeve dewsa kewê ku kewên din dixe dafikê. Riya aştî û çareseriyê diyar e; divê agirbesteke dualî pêk were û muzakere ji nû ve dest pê bikin.