Wiener Jahrbuch für die Kurdische Studien, yan jî bi Kurmanciyê, Salnameya Viyanayî ji bo Lêkolînên Kurdî hejmara xwe ya sala 2019´an derxist. Ev hejmara 7´an e û bi edîtoriya Thomas Schmidinger, Katharina Brizić, Agnes Grond, Christoph Osztovics, Maria Six-Hohenbalken hatiye amadekirin. Mijara sereke ya vê hejmarê diyanetên li Kurdistanê ne ku navê xwe jî li hejmarê kiriye: “Religion in Kurdistan”.
Li ser dîn, ol û diyanetan, nivîsên giştî yên Thomas Schmidinger (nivîsa destpêkê ya giştî) û Martin Van Bruinessen (nivîsa giştî ya teorîk), Michel Leezenberg li ser ortodoksî û heterotoksiya li Kurdistanê, AngelikaPobedonostseva Kaya û Siarhei Bohdan li ser “Şoreşa Îslamî li Kurdistanê” di navbera mezhebperestî û okomenîzmê de, Mélisande Genat li ser Kurdên Şîî yên li Şingalê, Serdar Ezîz li ser Tevgera Heqa li başûrê Kurdistanê, huseyin Aguiçenoglu li ser jinûve ruhanîna bi çanda ocaxan di nava Elewiyên Dersimê, Khanna Omerkhali li ser Êzîdîtiyê, Luqman Guldivê û Agnes Grond li ser Şemsiyan û têkiliya wan bi ayînên di nava gelek dînên li Kurdistanê, Thomas Schmidinger li ser Xiristiyanên Kurd sedsalên 20 û 21´ê de, Maria Anna Six-Hohenbalken li ser Bahaîtiyê û Agnes Grond li ser Zerdeştiya nû li Kurdistanê nivîsîne.
Ji bo rexneyên li kitêban gencîneyek e
Di beşa li derveyî mijarê de Mustafa Dehqan û Vural Genç li ser metna nameyeke bi Erebî ya ji Padîşahê Osmanî Mehmet ê 4´an re nivîsî xebitîne ku nîşan dide ka Kurdan çawa karê sîxuriyê li dijî Aqqoyuniyan kiriye. Beşa sisiyan li ser analîzên rewşa dawî ya Kurdistanê ye û di beşa çaran de jî rexneyên kitêbên li ser Kurdan û Kurdistanê derçûyî heye. Bi temamî 361 rûpel bûne Salnameya Viyanayî ya Lêkolînên Kurdî ji bo sala 2019´an.
VIYANA