Tîma Kurdî ya bajarê Elmanyayê Giessenê, Kurdischer FC Giessen, pêr li dijî tîma Freie TSG Giessenê 11-3 bi ser ket. Bi vî rengî Kurdischer FC Giessen di lîga xwe (Kreissliga A) de bibe şampiyon û garantî bike ku biçe lîgeke jortir a wilayetê (Bezirksliga). Di maçê de lîstikvanê Kurdischer FC Giessenê Essam Alfajr 7 gol avêtin reqîbê xwe. Ji rêveberên tîmê Şerefxan Turgut got, armanca wan ew e ku di Bezirksliga de jî serketî bin û bi alîkariya civaka Kurd karibin tîmê xurttir bikin.
GIESSEN