KCK'ê bi bîr xist ku di ser komkujiya Roboskî re 4 sal derbas bûn û got, "Em mirovên xwe yên di vê komkujiyê de şehîd bûyî bi minetdarî bi bîr tînin û careke din soza xwe dubare dikin, ku em ê bîranînên wan bi Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk re tacîdar bikin."
Komkujerê mezin AKP
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku komkujiya Roboskî karaktera dewleta Tirk bi awayekî zelal raxistiye pêş çavan û komkujiya Roboskî weke xelekek ji komkujiyên qirkirinê yên li Kurdistanê hat nirxandin. KCK´ê bi bîr xist ku piştî Roboskiyê jî gelek komkujî hatine kirin û ti hikûmetan bi qasî dema desthilatdariya AKP'ê li dûv hev ewqas komkujî pêk neanîne.
Xurtkirina têkoşîna ji bo azadkirina Kurdistanê
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Îro bêhtir xuya bûye ku heta Tirkiye demokratîk nebe û Kurdistan di çarçoveya xweseriya demokratîk de azad nebe, wê ev komkujî neqedin. Ji ber vê yekê, rêya hesabpirsîna ji komkujiya Roboskî û hemû komkujiyên qewimîne, divê xurtkirina têkoşîna ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê be. Dema ev zîhniyeta ku komkujiya Roboskî pêk aniye ji holê hat rakirin wê hingê hesab ji berpirsyaran bê pirsîn."
BEHDÎNAN