
Ji ber tofana xwê ya ji xwêya ku ji ber golê maye radibe, bax û zeviyên gundên derdorê wêran dibe û ev yek jî dibe sedema koçberiya gundên derdora golê. Parlementer Qazîpûr diyar kir ku heta niha zêdetirê 50 gundên derdora Gola Urmiyeyê hatine valakirin û ji bo veguhestina gelê li derdora golê pêwîstî bi 25 hezar milyar tumenî (pereyê Îranê) heye.
Wê bi çemê arasê rizgar bibe?
Nadir Qazîpûr da zanîn ku ger ev xemsariya dewleta Îranê ya li hemberî Gola Urmiyeyê berdewam bike, dê ziyaneke mezin bide derdora xwe û êdî bi milyonan dolar jî têra vê ziyanê nakin. Qazîpûr got: “Ji ber xemsariya rayedar û derdorên peywendîdar rêjeya zûhabûna Gola Urmiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Her ku diçe ava golê kêmtir dibe. Di demeke kurt de ev gol dê tune bibe. Ev yek jî rê li ber bahoza xwê ya li herêmê vedike.” Bi vî awayî Gola Urmiyeyê dê tenê li ser nexşeyên dîrokê bimîne.
Li gorî agahiyên ku beriya demekê di çapemeniya Îranê de cih girtin, Serokomarê Îranê Mehmud Ehmedînejad pesend kir ku, ava ji çemê Aras derbasî Gola Urmiyeyê bikin. Li gorî planê dê ji bendava Aras ya li bajarê Nahçîvanê heya gola Urmiyeyê coyan bikişînin. Bi rêya coyan dê li nav bajarên Selmas û Xoyê re derbaz bibe. Tê payîn ku ev hewldan ji Gola Urmiyeyê ya ku ji sedî 80’ê zuha bûye, zindî bike. Lê ev hewldan jî dereng maye û heta niha di vî warî de tu xebatek nehatiye dîtin.
Gol ji aliyê Wezîrê Derdor yê Îranê ve parka netewî hatiye îlankirin. Li gorî lêkolînên UNESCO’yê Gola Urmiyeyê malovaniyê ji 212 çûk, 41 xişikiner, 7 amfîbî û 27 cûrên ajalên bi memik re dike. Di nava van de xezala zer ya Kurdistanê jî cih digire. Li gel hişkatiyê şert û mercên jiyana cûrên ajanan jî teng bûne, her wiha cûrê leglegan yên bûne mijara helbestan jî kêm bûne.
Ji ber ku rejîma Îranê heta niha ji bo rizgarkirina golê tu tiştek nekiriye, ji niha ve ziyanên golê yên ji bo derdorê jî dest pê kirin. Gola Urmiyeyê weke duwemîn gola herî mezin a xwê ye. Ji ber bahoza xwê ya ji Gola Urmiyeyê radibe, gundiyên derdorê perîşan dibin. Bi taybet daristanên herêmê, bax û rezên gundiyên derdorê ziyanek mezin dibînin. Li gorî agahiyên Parlementer Qazîpûr dane, heta niha zêdetirê 50 gund hatine valakirin.
Ji bo rizgarkirina golê bi dehan car xwepêşandan hatin kirin. Lê rejîma Îranê tu bersivek neda daxwazên gelê herêmê. Di van xwepêşandanan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û bi dehan kes jî hatine binçavkirin.
Duwemîn gola cîhanê ya xwê
Yek ji bedewiyên Rojhilatê Kurdistanê Gola Urmiyeyê ye. Ne tenê ji bo Kurdistan û Îranê, Gola Urmiye ku yek ji ekosîstemên herî girîng yên Rojhilata Navîn pêk tîne, di lîsteya rezerveya biyoser ya UNESCO de jî cih digire. Di heman demê de yek çavkaniyên herî mezin a mînerala cîhanê ye. Lê li hemberî hemû hewldan û xwepêşandanên gelê herêmê û hawirdorparêzan, rejîma Îranê ji bo rizgarkirina golê heta niha tu pêngavek pratîk neavêtiye.
Gola Urmiyeyê piştî gola Great Salt Lake (Gola Xwê ya Mezin) a li Amerîkayê, duwemîn gola herî mezin a xwê ya cîhanê ye. Lê her roja ku diçe ji ber çavan wenda dibe. Ger ev yek berdewam dike, dê di nava çend salan de navê wê ji nava lîsta golên cîhanê derbikeve û bibe parçeyek ji bejahiyê.
Rupîvana Gola Urmiyeyê 5 hezar û 200 km2 ye. Gol ji bakûr ber bi başur 135 km û ji rojhilat bi ber rojava jî 18 heta 55 km dirêj e. Cihê herî kûr a golê 16 metre ye. Ev zêdetirê 10 salane rayedar û hawirdorparêzên herêmê balê dikişînin ser rewşa krîtîk a golê. Ev zêdetirê 15-17 sal in asta golê dadikeve û ava wê kêm dibe.
ABDULLAH BÎLEN / ANF/URMIYE