Weşanxaneya Can di romana Paulo Coelho de “Kurdên li Kurdistanê” wek “Kurdên li Rojhilatê Navîn” wergerandiye.
Di weşanxaneyên Tirk de navên Kurd û Kurdistanê qedexe kirî ne. Herî dawî Weşanxaneya Can peyva Kurdistanê sansur kir. Weşanxaneya Can peyva “Kurdên li Kurdistanê” wek Kurdên li Rojhilatê Navîn” wergerandiye.
Weşanxaneya Can li Tirkiyê yek ji mezintirîn weşanxaneye û di wergera pirtûka Paulo Coelho ya bi navê “Yanzdeh Xulek de peyva “Kurdên li Kurdistanê” sansur kir û li şûna vê peyvê “Kurdên li Rojhilata Navîn” bikar anî. Tevî ku pirtûka nivîskarê Brezîlî bi Tirkî 41 caran hatiye çapkirin jî tehrîfata hatî kirin, nû derket ortê.
Paulo Coelho di pirtûka xwe de behsa Maria dike û dibêje: “Ew çûbû kafeya înternetê û keşf kiribû ku Kurd ji Kurdistanê hatine, dewleta wê nîne û niha di navbera Tirkiye û Iraqê de dabeşkirî ye.”
Weşanxaneya Canê çerx kir
Di medya civakî de xwendevanan nerazîbûna xwe nîşan dan, li ser vê Weşanxaneya Can ji ber peyva “Kurdistanê” çerx kir.
Piştî nerazîbûna xwendevanên Kurd li ser sansurkirina peyva “Kurdistanê” xwediyê weşanxaneyê Can Oz xwe li xeşîmiyê danî û ragihand ku ew ê şaşiya xwe serast bikin.
Can Oz qebûl kir ku ne mafê weşanger e, li gora serê xwe naveroka pirtûkê biguhere, nerazîbûna xwendevanan di cî de ye û ew ê roja Duşemê pirtûkê kom bikin û careke din li gora eslê wê çap bikin.
Wergêr nabîne!
Pirtûka nivîskarê navdar Paulo Coelho ya bi navê “11 Xulek” li Tirkiyê ji aliyê Saadet Ozen ve hatiye wergerandin û weşanxaneya Can çap kiriye. Wergêra pirtûkê Saadet Ozen jî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek belav kir û got, wê çi dîtibe, ew wergerandiye.
Nexweşiyeke bêderman!
Li Tirkiyê wergêr û nivîskar peyva “Kurdistanê” nabînin. Ji ber ku polîtîkayên înkarê kiriye ku tevahî pîvanên exlaqê jî bêne înkarkirin û neyê dîtin. Li Tirkiyê berê jî gelek weşanxaneyan karên wisa bêexlaq kiribûn. Pirtûkên Seîdê Kurdî hema bêje bi temamî hatine tehrîfkirin û beşên derbarê Kurd û Kurdistanê yan hatine derxistin an jî tehrîfkirin. Dîsa di pirtûka Mewdûdî ya bi navê “Jiyana Hz. Pêxember” de li şûna bibêje, Tofan li Kurdistanê qewimiye dibêje, li Tirkiyê. Bêguman xwendevan jî dikarin gelek mînakan li van numûneyan zêde bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN