Şêrko Kanîwar: Em ê bi ruhê berxwedanê her tim li gel hev bin û em ê stran û muzîka xwe biafirînin. Me soz dabû zarokan û we. Heke me bigirin jî û me bikujin jî em ê stranên xwe bibêjin û karê xwe dewam bikin.
MA Muzîkê li Amedê Rojên Duyemîn ên Muzîkê bi Orkestraya Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ku zarok tê de cih digirin, li dar xist. Di şahiyê de zarokan li ber rîtmên xwe yên xwezayî, bi stranên ji hev xweştir şev li Amediyan şên kir.
MA Muzîk a li Amedê xebatên xwe yên muzîkê dike, bi sedan xwendekarî perwerde dike. Ma Muzîkê bi wesîleya duyemîn salvegera damezrandina xwe, 2’yemîn Rojên Muzîkê li Taxa Bagcilar a Navçeya Baxer a Amedê li saloneke dawetê li dar xist. Bi sedan zarok û malbatên wan, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariyên Baxler û Sûrê, û gelek welatî beşdar bûn. Roja ewil a Rojên Muzîkê pêr êvarê bi Orkestraya Zarok MA û Orkestraya Rîtmên Xwezayî ya zarokan dest pê kir. Zarok beriya bername dest pê bike bi cilên xwe yên gelerî li ser dikê amade bûn û li benda destpêkirina bernameyê sekinînin. Li salonê cih nema û welatiyan li ser piyan li konsera zarokan temaşe kir. Welatî demeke dirêj li benda konserê man û bi destpêkirina konserê re welatiyan bi çepikan her du orkestra jî silav kirin. Bernameyê bi axaftina ji mamoste û berpirsên MA Muzîkê, Şêrko Kanîwar dest pê kir.
Dîsa em û dîsan hûn
Kanîwar bi gotinên “Va ne em û va ne hûn, dîsa em li ser dikê ne û dîsa hûn temaşevan in” dest bi axaftina xwe kir û got, ti astengî û qedexe nikare pêşiya hunerê wan bigire. Kanîwar bal kişand ser girtina saziyên wan ên muzîkê yên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin û got, “Haya wan jê tine bû ku em ê gelektir bibin. Nizanibûn ku em ê bi her awayî hunerê xwe bi pêş bixin. Ew salonên mezin ên bêruh bila ji we re bin û bila her dever a me be. Wan digot, em ê van deveran bigirin, ew ê êdî muzîkê nekin. Lê nizanibûn ku em li her deverê ne. Em ê wisa li çavê hev binêrin û muzîka xwe biafirînin. Em ê bi ruhê berxwedanê her tim li gel hev bin û em ê stran û muzîka xwe biafirînin. Me soz dabû zarokan û we. Heke me bigirin jî û me bikujin jî em ê stranên xwe bibêjin û karê xwe dewam bikin.” Kanîwar da zanîn ku ji ber peyva “Kurdistanê” 17 hezar TL ceza li strana “Kurdistan Çi Xweş e” a di Zarok TV de hat weşandin, birrîne û cezayê qedexekirina 4 bernameyan li wan birrîne. Kanîwar ji malbatan û gel xwest her kes xwedî li ziman û hunerê xwe derkeve û zarokên xwe li kursên wan qeyd bike, û wan bişînin perwerdehiya muzîkê.
Zarokan dewleta Tirk bê minet kir
Kanîwar got tevî ku ceza li wan birrîne jî ew ê şahiya xwe bi strana “Kurdistan Çi Xweş e” bidin destpêkirin û li gel cezayan jî ew ê stranê bibêjin. Beriya orkestra stranên di rêzê de bibêje bernameyê bi strana “Kurdistan Çi Xweş e” dest bi şahiyê kir.
Ewil Orkestraya Zarok MA ya ku hunermend û mamosteya wan Devrîm Demîr şeftiy wê dikir, stranên xwe bi enstrumanan gotin. Orkestrayê bi boneya meha Newrozê strana “Newroza Arî” dest bi şahiyê kir û piştî çend stranên ji hev xweştir gotin, bi strana “Newroz e Newroz e” dawî li beşa stranên bi enstruman anîn.
Ji Keleşo heta bi Leylo
Piştî Orkestraya Zarok MA, heman zarok vê carê jî bi Orkestraya Rîtmên Xwezayî ku Şêrko Kanîwar şeftiya wê dikir, derketin ser dike û bi kevçî, şûşe, karton, darik, teyfikan deng,. rîtm û melodî çêkirin û stran gotin. Orkestraya Rîtmên Xwezayî bi strana “Keleşo” dest bi strandinê kir û hemûyan çend stran bi yek dengî û newayê gotin. Carinan malbatên zarokan jî stran li zarokan vegerandin. Dengê rîtma xwezayî û stranên zarokan li salonê olan da. Zarokan bi strana “Leylo” dawî li şahiya xwe anî.
Orkestrayan bi newa û stranên xwe şev li Amediyan şên kir û dîmenên rengîn li pey xwe hişt. Dîmenên şahiya zarokan hêjayî temaşekirinê ne. Duyemîn Rojên Muzîkê dê doh êvarê bi şahiya komên mezinan ên MA Muzikê bi dawî bû.
MA / AMED