Mamoste Rêzan Hesinkar: Em li mala xwe, di civînên xwe de, di nav civatê de bi zimanê xwe biaxivin. Dema ku ziman çû welat jî diçe. Kurdistan Kurdî ye. Bê Kurdî Kurdistan jî tineye!

MURAT MANG / BIELEFELD

Li Bajarê Elmanyayê Bielefeldê, li Navenda Civaka Kurd li ser girîngiya zimanê dayikê, 13 Cotmehê seminerek hat organîzekirin. Înîsiyatîfa malbatên Kurd a Bielefeldê ev semîner amade kir. Mamaoste Birgit Ebel û Mamosteyê zimanê Kurdî û rojnamevan Rêzan Hesinkar wek qiseker beşdarî seminerê bûn.

Di destpêka semînerê de di şexsê şehîd Hevrîn Xelef de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin. Piştre li ser grîngiya zimanê dayîke hat nîşandan. Piştî Sînevizyonê mamoste Rêzan Hesinkar li ser mijara gringîya zimanê dayikê axivî. Wî got, zarokek di zikê dayika xwe de piştî ku dibe sê hefteyî, dengê dayîkê xwe dibihîze. Mamaoste Rêzan Hesinkar li ser mijarê wiha peyivî: “Dayik kîjan zimanî biaxive, ew ziman bandorê li zarokê dike. Divê dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin. Malbat di hundirê malê de du zimanan jî dikarin biaxivin. Ev ne pirskirêk e. Zarok hîn dibin.”

Bê Kurdî Kurdistan tine ye

Di devamê de Hesinkar helwêsta malbatên Kurd ya li ser zimanê dayikê jî nirxand. Mamoste Rêzan parçebûna Kurdan wek detavantaj dît û wiha dewam kir: “Derfeta Kurda ya perwerdeya bi zimanê xwe, nîne. Tenê derfetek heye ku em li mala xwe, di civînên xwe de, di nav civatê de bi zimanê xwe biaxivin. Dema ku ziman çû welat jî diçe. Kurdistan Kurdî ye. Bê Kurdî Kurdistan jî tineye!”

Dê û bav beramberî dibistana zarokên xwe xemsar in

Pişre mamosteya beşa zimanê Elmanî û dîrokê, Birgit Ebel axivî. Birgit Ebel bi giranî li ser van mijaran peyivî: grîngiya zimanê dayîkê, perwerdahîya bi zimanê dayîkê li dibistanan çi ye, çima divê zarok zimanê dayikê hîn bibin.

Mamosta Birgit Ebel got, li herema (Bielefeldê) pirr şagirtên dibitanan ên0 Kurd hene; “Ez bi gelek Kurdan re di têkiliyê de me. Dê û bavê zarokên Kurdan zêde elaqe nîşanî perwerdeya dibistanên zarokên xwe nadin. Ez di beşa zimanê dayikê de kar dikim. Em piştgiriyê didin dersa zimanê dayikê.”

Kes mafên we diyarî nade we Divê hûn kar bikin

Birgit Ebel bi bîr xist ku mafê fêr bûn û perwerdehiya bi zimanê dayikê, yek ji mafên gerdûnî yê mirovan e û di peymana Neteweyên yekbûyî ya Mafên Mirovan de jî cih digire. Birgit Ebel behsa grîngiya rola malbatan kir û wiha devam kir: “Divê malbat tev lî civîna malbatan a li dibistanê bibin. Ji bo zarokan pirr grîng e ku malbat li malê bi zimanê dayikê rast biaxivin.”

Mamoste Ebel politikaya dibistanan ya li ser zimanê dayikê û malbatên Kurdan jî rexne kir û hin kemasî wiha anîn ziman; “Hinek dibistan organîzasyona perwerdeya zimanê dayikê piştî nivrojê dikin. Ev şaş e. Zarok zêde tev lî dersa piştî nivrojê nabin. li ser vê xisûsê divê malbat bikin ku dibistan dersa zimanê dayikê beriya nîvrojê bide. Îro jî elaqeya malbatan ji bo semînerê pirr hindik e. Kes mafê we dîyarî nade we. Divê wek malbat hûn kar bikin. Mixabin wisan e.”

Semînerê bi pirs û bersivan devam kir.