Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Goteborgê, Komîteyên Rojava, rêxistina Her tişt ên her kesî ne, Partiya Çep, Federasyona Ciwanan a Sendîkayî (SUF), Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Ti kes Îllegal nîne û Ciwanên Komunîst ên Şoreşger (RKU) banga çalakiyê kirin. Bi qasî 600 Kurdistanî û Swêdî li ser vê bangê li Meydana Gûstav Adolfs civiyan û ber bi Meydana Jarntorgetê meşiyan.

Di meşê de dirûşmên “Dest nede vîna min”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Kujer Erdogan” û “Komkujî û talana li Kurdistanê bisekinîne” hatin gotin.

Nûnerên NCDK, Komîteyên Rojava û Partiya Çep a Swêdê li meydana mîtîngê axivîn û bal kişandin ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk li Silopiya, Cizîr, Sûr, Gever û Nisêbînê.

Qisekeran diyar kir ku paralelî şerê li Kurdistanê hikûmeta AKP’ê dixwaze bi rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê, pêşî li xebatên legal û rewa yên Kurdan bigire û nabe tesfiyekirina vîna 6 mîlyon mirovan were qebûlkirin.

Di xwepêşandanê de bang li Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê hat kirin, ku ji bo sekinandina operasyonên qirkirinê û bidawîkirina êrîşên li hemberî HDP’ê bikevin nava tevgerê.


Li Stockholmê konsera ji bo Amûdê

Ji komên naskirî yên Swêdê Falû Fredkor (Koroya Aştiyê ya Falû) ji bo piştgiriyê bide bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Borlange konserek lidar xist.

Di konserê de stranbêja Rojavayî Sûzana Barmanî jî amade bû. Konserê bi gotina straneke li ser têkoşîna muzîsyenê Swêdî û şoreşger Jeo Hîll ê 19’ê Mijdara 1915’an li Emerîkayê hatî qetilkirin, destpê kir.

Şiyara çalakiyê “Em bi hev re dikarin bibin gelek” bû, Koroya Aştiyê ya Falû strana Ciwan Haco ya bi navê ‘Diyarbekir’ jî got. Hunermenda Rojavayî Sûzana Barmanî jî 4 stran gotin, ku 2 jê bi Kurdî, yek bi Ermenîkî û yek jî bi Erebî bû.

Strana endamên koroyê Lars Englûnd a bi navê “Em çekên hevalbendan naxwazin. Na, em dikarin aştiyê bêyî leşkerên we pêk bînin” a li dijî NATO’yê, cara yekemîn di konsera ji bo Amûdê de hat gotin.

Şefê koroyê Lars Englûnd da xuyakirin, ku wan konsereke serketî pêk anîye û hatina konserê hemû wê ji bo alîkariya jinûve avakirina dibistaneke muzîkê li Amûdê werin xerckirin.





Dest nede vîna min!


Li bajarên Elmanyayê Bremenhavenê û li Hîldesheîmê bi çalakiyan polîtîkayên komkujiyê yên hikûmeta AKP li Kurdistanê û rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê, hatin şermezarkirin.


BREMENHAVEN

Li Bremenhavenê bi pêşengiya Ciwanên Azad, li dijî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê û rakirina mafê destnedana parlamenterên HPD’ê çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiyê bûn.

Di mîtînga li navenda bajêr de dirûşmeya “Bijî piştgiriya gelan” hat gotin.

Nûnerê Ciwanên Azad li vir daxuyanî da û bi taybetî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Di daxuyaniyê de bêdengiya Ewrûpayê hat şermerzarkirin.


HILDESHEIM

Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê jî konê agahdarkirinê li pêşiya dêra Jakobî hat vedan û 2 rojan gelek belavok hatin belavkirin, wêneyên sûcên şer ên AKP’ê li Kurdistanê hatin nîşandan û xelk di biwara zilma dewleta Tirk de hat agahdarkirin.

Li ser dezgeha agahdarkirinê ya di nava konî de jî pêşniyaz li şêniyên Hilhesheimê hat kirin ku ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê û nebin hevparê sûcên AKP’ê.  


 NAVENDA NÛÇEYAN