Oremar: Tawana herî mezin ku Îran Pêşewa pê tawanbar dike, ev e: “We di nava sinorên welatê Îranê de serxwebûna Kurdistanê ragihandiye”. Gelo ma belge ji vê ronîtir heye?
ÎBRAHÎM BULAK / NAVENDA NÛÇEYAN
Îro salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye ku li meydana Çarçira ya Mehabadê sala 1946´an hat ragihandin. Li ser komarê, û nexasim jî belgeyên li ser sîstema wê, em bi rojnamevan, nivîskar û lêkolîner Kakşar Oremar re peyivîn. Wî îşaret bi wê yekê kir ku Komara Kurdistanê yekane komara bi vî navî ye, hemû belgeyên dîrokî û şahidî jî vê yekê piştrast dikin. Kakşar Oremar weke Mehabad binavkirinê disipêre zextên dewleta Îranê û bi mînaka pirtûka W. Eagleton jî vê yekê rave dike. Li gorî Kakşar Oremar, Komara Kurdistanê ne tenê bi navê xwe Kurdistanî bû lê ew xwedî manîfestoyeke Kurdistanî jî bûye.
Di belgeyên Mehabadê de ji bo binavkirina sîstemê tarîfeke çawa heye? Komarê çi nav li xwe kiriye?
Sinorên komarê ji herêma Mukriyan heta ser sinorê çemê Eres li bakurê rojhilatê Kurdistanê bûn. Hejmara rûniştivanê nava sinorên komarê jî 800hezar kes bûn. Sînorên axê kêm jî bûn, lê sînorên wê yên manewî pirr mezin û berfireh bûn. Belge gelek hene ku sala 1946´an komara Kurdan xwedî nasnameyeke serbixwe bû. Mînakên jêr dikarin vê rastiyê baştir bi me bidin selmandin:
- Di hejmara 8 heta 19´an a rojnameya Kurdistanê bi awayekî eşkere gelek nivîsên balkêş li ser cejn yan jî roja îlankirina komarê hatine amadekirin. Xala herî balkêş nûçeya li jêr navê: “Cejinî êstiqlalî Kurdistan“ e ku di rojnameyê da hatiye weşandin. “Êstîqlal” serxwebûn e. Û navê bajarekî jî nikare bibe navê dewleteke serbixwe.
- Li aliyê din wêneyên serdema komarê hene. Li ser fotoyê tabloya wezareta çandê wiha hatiye nivîsandin: Dewletî Cemhurî Kurdistan- wezaretî Ferheng. Di serdêra belge û nameyên dewletî de jî em van çend peyvan dibînin. Herwiha li jêr wêneyê Qazî Mihemed jî wiha dihate nivîsandin: Pêşeway muzemî Kurdistan, cenabî Qazî Mihemed. Wêneyekî Pêşewa Qazî heye ku di deftera wî ya kar û xebatê da hatiye girtin. Li pişta serê wî xerîta Kurdistana mezin tê dîtîn. Wêne ji aliyê Archibald Roosevelt* ve hatiye girtin.
Gunehbarkirina wî jî îsbata vê yekê ye ne wisa?
Di belgeyên artêşa dewleta Îranê da hê jî belgeyên gunehbarkirina wî mane. Tawana herî mezin ku ew Pêşewa pê tawanbar dikin, ev e: “We di nava sinorên welatê Îranê de serxwebûna Kurdistanê ragihandiye”. Gelo ma belge ji vê rontir heye ku di dadgeheke leşkerî de û ji aliyê dijminekî dagîrker ve li dijî komara Kurdistanê tê kirin?
Wekî din li wesiyetname, belgeyên xweparastina Pêşewa û tawanên ku ew pê mehkeme kirine, temaşa bikin. Bi vê re ez bawer dikim ku rastîyên komareke serbixwe û ramanên Pêşewa Qazî Mihemed yên Kurdistanî wê baştir ji we re eşkere bibin.
Ez li pirsa te ya yekem vegerim. Herçî rêbaza Komarê bû, komar xwedî manîfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bûbûn. Wan tevan bi dil û can xebat dikir da ku ji vê derfeta zêrîn sûdên herî mezin bistînin û liyaqeta xweîdarekirinê ji dost û dijminên xwe ra îsbat bikin. Hêza di bin serkêşiya general Mistefa Barzanî da riheke nîştimanperwerî û mezin xistibû nava civaka rojhilatê Kurdistanê. Di çend şerên di navbera her du aliyan da, aliyê Kurd hêzên Îranî şikandibûn.
Te behsa artêşê kir, gelo çi gavên di warê milîbûnê de hatibûn avêtin?
Bi çêbûna komarê re Kurd bûn xwedî artêşeke milî û ciwanên Kurd bi şev û rojan dixebitîn ku xwe hînî hunera şerkirinê û taktîkên xweparastinê bikin.
Xwendina bi zimanê dayikê jî li gorî qanûnê komarê fêrmî bû.
Komar xwedî marş û ala xwe ya taybetî bû. Şairên millî, navê pêşmerge û çendîn tiştên din di çaxê komarê da ketin nava jiyana Kurdan a siyasî û civakî.
Nexwe bi navê “Komara Kurdistanê” di dîroka Kurdan de tenê komarek heye, ew jî li Mehabadê ava bûye. Lê peyva “Komara Kurd a Mahabad” û “Komara Mahabad”ê çawa di nav kurdan de belav bû?
Navê komarê Kurdistan bûye ne Mehabad. Mehabad paytexta dewletê bû. Kesên weke komara Mehabad jî bi nav dikin yan kesên sade û nexwende ne yan jî bi zanebûn ji bo kêmkirina wê destketa Kurdan ya dîrokî navekî wiha bi kar tînin.
Îranî di ragihandina xwe a piştî têkçûna komarê de navê wê weke:“ Cimhuriyê poşalî “ ango komara bêhêz, bêdewam, sist û bêbingeh bi nav dikirin.
Salên dirêj wan rê li ber Kurdan û lêkolînvanên Îranî digirt ku dixwestin li ser komarê lêkolînê bikin. Di hevpeyvîna ku min bi wezîrê perwerdeya komarê, nemir Menaf Kerîmî re çêkir berpirsên komarê yê ku sax bûn û kesên ku dilbendên serxwebûn û rêbaza Qazî bûn, tim di bin çavdêriya parastina dewletê de bûn. Sala 1961´ê dîplomatê Amerîkî William Lester Eagleton** hate Kurdistanê û dest bi nivîsandina pirtûkeke bi navê “Kurdish Republic of Mahabad” kir. Ti guman di vê rastiyê de nîne ku ew bi mercên ji berê ku SAVAKê (Îstîxbarata Îrana şahî) danîne pêşiya wî, hatibû Mehabad, Urmiye, Selmas û li ser komarê lêkolîneke meydanî kiribû. Hemû zaniyarî ji Menaf Kerîmî, Seîdxan Homayon, Omerxanê Şikak û hinek rewşenbîrên Kurd wergirtibûn. Wî bi zanebûn yan jî li gorî daxwaza berpirsên SAVAKê navê Mehabadê li ser pirtûka xwe danîbû ne Kurdistan! Sala 2005´an min Eagleton li bajarê Hewlêrê dît, wî ji bo navê pirtûkê got, “Di wan şertên giran de min gelek zehmetî kişandin heta ku ew pirtûk hate amadekirin. Karekî hêsan nebû ku SAVAK li her derê liv û çalakiyên te bişopîne û tu jî werî li ser komara Kurdistanê bi mezin û wezîrên kabîneya komarê re hevpeyvînan bikî.”
* Archibald Roosevelt (1894-1979), serleşkerekî payebilid yê artêşa Emerîka ku di her du şerên cihanî yên yekê û diduyê de birîndar bû.
** W. Eagleton sala 1926´an li Peoria a welatê Emerîka hate dinê. Ji sala 1959´an heta 1961´ê konsolosê Emerîka li bajarê Tebrîzê bû. 27. 01. 2011´an wefat kir.