Di konferansê de gelek saziyên jinan ên weke International Alliance of Women, Women of Diverse Origins amade bûn. Bi rêya sînevîzyonê li dîroka Kurdan, biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û paradîgmaya Ocalan a der heqê jinê de hat temaşkirin.
Di konferansê de têkoşîna Sakîne Cansiz û têkoşerên jin hatin nirxandin û bal hat kişandinî ser rol û serketina YPJ’ê. Piştî nîşandana filma “Masiyên Reş ên Biçûk” li ser êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk wêne hatin nîşandan. Ji nûnerên International Alliance of Women Rita Acosta di dawiya konferansê de daxuyaniyek da û banga destekkirina gelê Kurd kir.
MONTREAL