Piştî berxwenda li Kobanê jî ev elaqe derket radeya herî jor. Yek ji pirtûkên herî dawî li Îtalyayê derçû jî pirtûkeke zanyarî ya li ser Kurdistanê ye ku tê de gelek meqale hatine berhevkirin. Navê pirtûkê “Kurdistan: An invisible nation/Kurdistan: Neteweyeke nexuya” ye.
Edîtorê pirtûkê Dr. Stefano M. Torelli ye ku li zanîngeha IULM a li Mîlanoyê dersa sazûmanî û dîroka Rojhilata Navîn dide. Ji xwe meqaleya wî jî li ser parçebûnên dîrokî û bêbextiyên navneteweyî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Ji bilî meqaleya wî Dr. Cengiz Guneş li ser faktora DAIŞ´ê li Kurdistanê nivîsiye û nexasim jî Rojava û Başûrê Kurdistanê analîz kirine. Carlo Frappi jî dîrokzaneke û dersdar e li zanîngeha Dilê Pîroz a Mîlanoyê; ew jî li ser Başûrê Kurdistanê, dewra enerjiyê li ser avakirina dewletê dinivîse. Soner Cagatay û Cem Yolbulan jî li ser Kurdên Tirkiyeyê dinivîsin. Robert Lowe jî li ser dîlemaya ji berê ve ya welatên rojavayî ya Kurdistanê bi meqaleya xwe analîz dike. Paolo Magri jî ku cîgirê serokê Înstîtuya Lêkolînên Siyaseta Navneteweyî (ISPI) ji pirtûkê re pêşekek nivîsiye û ji xwe ISPI´yê xwe daye ber çapa vê pirtûka ji 143 rûpelan. Pirtûk dikare ji ser malpera ISPI´yê (http://www.ispionline.it/sites/default/files/pubblicazioni/kurdistan_torelli.pdf) weke e-pirtûk jî were daxistin û xwendin.
NAVENDA NÛÇEYAN