
Li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca şermezarkirina 16'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel daket meydanan. Gel bi çalakî û xwepêşandanan doza azadiya Ocalan dike û komploya navneteweyî û komplogeran rûreş dike. Weekî din li seranserê bakurê Kurdistanê dikan jî nehatin vekirin.
Li Kobanê çalakî
Bi sedan Kobanî li meydana şehîdan civiyan, alên TEVDEM, YPG/YPJ û posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bê serok jiyan nabe" gotin. Li meydanêpankratên "Kes nikare roja me tarî bike" û "Tekoşina jina azad serokatiya Rêber Apo" hatin daliqandin. Li ser navê TEVDEM'ê Îsa Kobanê axivî û komploya navneteweyî şermezar kir û wiha peyivî: "Yên Rêberê me dîl girtin û hesab kirin ku bi dîlgirtinê re wê vîna gelê kurd teslîm bê kirin, li pêşberî meşa têkoşîna azadiyê vala derketin. Gelê kurd bi felsefeya Rêberê xwe hişyar bû, xurt bû û meşiya."
'Bîrdoziya Ocalan têk naçe'
Kobanê anî ziman ku yên xwestin bi êrîşên li hemberî şoreşa Rojava re vê komployê dewam bikin, li Kobanê careke din vala hatine derxistin û wiha axivî: "Tevgera bi îdeolojiya Birêz Ocalan hebûna xwe dewam dike, li Kobanê careke din îspat kir ku ti carî têk naçe." Li ser navê malbatên şehîdan Mistefa Îto jî diyar kir ku hêza li Kobanê serkeftî ya Ocalan e.
Wanê reş li xwe kir û meşiya
Li Wanê di çalakiyên di çarçoveya şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Bi deh hezaran welatiyên ji navçeyên derdorê doh li parka Feqiyê Teyran hatin cem hev û çalakî lidarxistin. Welatiyên tevlî çalakiyê bûn bi cilên reş li xwe kirin. Dîsa li cihên çalakiyên gelek wesayîtên zirxî yên polîsan li qadê hatibûn bi cih kirin. Di çalakiyê de pankartên "Têkoşîna Arînan, Kaderan û tevgera azadiyê komplo vale derxistiye", "Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî gelane", "Bi ruhê berxwedana Kobanê em Rêber Apo azad bikin" û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî sekeftina Kobanê" hatin berzkirin.
Li cihê çalakiyê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Wanê Derya Hayva axivî û diyar kir ku li dijî Ocalan tevahiya hiqûqiya navnetewî binpê kirin û bêbextiya 15'ê sibatê pêk anîn.
Piştî axaftin û daxuyaniyê hezaran kesî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ber bi avahiya DBP'ê meşiyan.
Li aliyêdin ciwanan li taxên Şehîd Firat, Xaçort, Suphan, Akkopru bend danîn. Polîsên xwe li çalakiya ciwanan ranegirtin bi dijwarî êrîşî ciwana kirin û gule li xelkê reşandin. Polîsekî di çalakiyê de bi dermanceya xwe nîşan ji çalakgeran girt.
Li taxên Suphan û Şabaniye yên navçe Artemêtanê jî ciwanan ketin û derketina taxan girt û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" gotin. Li taxa Suphanê polîsan êrîşî ciwanan kir. Li taxa Xaçortê ya Îpekyoluyê jî ciwanan li taxê barîkat danîn.
Li navçe Ebexê jî li ber avahiya DBP’ê daxuyanî hate dayîn. Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Moraner li vir got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê siyasî de li ruh û mejiyê gelê kurd de şoreş pêk aniye.
Li Agiriyê hêrsa gel bend şikandin
Li navçeya Agiriyê Bazîdê jî bi heman armancê welatiyan xwest ber bi Abîdeya Mafên Mirovan ve bimeşîn. Welatiyan denda polîsan şikand. Di meşê de pankrata "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Piştî meşê Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bozkurt axivî û komplo şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse careke din bi meşê çû ber avahiya DBP'ê û li vir polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Li navçe Giyadînê jî li navenda sûkê meşek hate lidarxistin. Bi sedan welatiyan komplo şermezar kir.
Dêrsim li meydanan bû
Rêxistina DBP'ê ya DêrsImê jî bi heman armancê ji Kolana Hunerê ya Meydana Azadiyê meş li dar xist. Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta "Li hemberî komplogeran meşa me ya şoreşger berdewam dike" hate vekirin û dirûşmên "Cîhana bêyî Ocalan em ê di serê we de hilweşînin", "Bijî seroka Apo" û "Dêrsim ranekeve xwedî li serokê xwe dekeve." hatin gotin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û komplo hate şermezarkirin.
Mêrdîn û navçeyên wê komplo rûreş kir
Li navçeya Mêrdînê Dêrikê bi hezaran kes li ber avahiya DBP'ê kom bûn û bi meşekê 15'ê Sibatê şermezar kirin. Girse heta Meydana Komarê meşiya. Girseyê di meşê de pankarta "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin" hilgirt û li wir daxuyanî da. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'a Dêrikê Şerif Kiran, axivî û 15'ê Sibatê şermezar kir.
Li naçeya Mêrdînê Qoserê jî bi heman armancê ji Meydana Azadiyê heya Taxa Îpekyolu meş pêk hat. Piştî meşa bi hezaran kes tevlîbûn daxuyanî hat dayîn. Piştî daxuyaniyê polîsan êrîş li girseyê kir. Bi êrîşa polîsan pevçûn derketin û li kolanan belavbûn.
Gever cihê berxwedanê
Li navçeya Colemêrgê Geverê jî bi heman armcanê ciwanan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK'ê rakirin û heya navendê meşiyan. Polîsên xwe li meşa ciwanan negirt bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin. Dîsa ciwanan li taxên Gungor, Kişla û Esentepe û rêya Îpekyoluyê bend danîn. Gelek polîsên hatin cihê çalakiyê bi TOMA û wesayîten zirxî êrîşî ciwanan kirin.
Dîsa ji ber polîsan bênavber bombeyên gazê avêt navçeyê camên du wesayîtên Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan şikestin. Dema nûçeya me dihat amadekirin li navçeyê rageşiyê dewam dike.
Sêrt bû yek gewde
Li Sêrtê bi deh hezaran kesên li ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê kom bûn, bi boneya 16'emîn salvegera 15'ê Sibatê şermezar bikin xwestin bimeşin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê. Rêveberên HDP û DBP'ê bi avahiyên xwe de alên reş daliqandin. Bi deh hezaran welatî jî cilên reş li xwe kirin û bi pankarta "Em dê komploya 15'ê Sibatê bi Rêbertiya Azad ronî bikin" hildan û meşiyan. Di meşê de hevşaredarên Sêrtê, hevserokên HDP-DBP, TUAD-DER, MEYA-DER û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî beşdarî meşê bûn. Polîsan ji bo rê li pêş meşê bigire li ser kolanê bi TOMA'yan û maşîneyên zirxî yên akrep bend danîn. Piştî astengiya polîsan girse meşiya Parka Bajêr a Orhan Dogan. Li vir Hevserokê HDP'a Sêrtê Abdullah Çetin, axaftinek kir û diyar kir ku zêdeyî 10 milyon mirovî ji Ocalan re azadiyê dixwazin. Çetîn, anî ziman ku Midûrê Polisan ê Sêrtê jî meşa deh hezarên ku azadiya Ocalan dixwaze asteng dike û kompolaya navneteweyî şermezar kir. Çetîn, destnîşan kir ku dê heta dawiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.
Li navçeya Sêrtê Misircê jî bi heman armancê bi hezaran kes meşiyan. Girseyê xwest heta Kolana Hunerê bimeşe, li ber duriyana TEDAŞ'ê rastî destwerdana polîsan hat. Piştî polêsan bi ava îsotê û ava şid mudaxaleyî girseyê kir, di navbera polîs û girseyê de şer qewimî.
Li Çewlikê jî di pêşengiya DBP'ê de bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê ya Çewlikê kom bûn û çalakî pêk anîn. Girseya ku heta kolana Gençê meşiyan, bi pankarta "Em komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd pêk hat şermezar dikin" û "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hilgirtin û heta Birca Saetê meşiyan. Li ser navê girseyê Hevserokê DBP'a Çewlikê Mervan Temiz, axivî û 15'ê sibatê şermezar kir.
Êlihê got "Bê serok jiyan nabe"
Li Êlihê jî bi heman armancê bi hezaran kes derketin kolanan. Bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya bajêr hatin cem hev û heya Sinemaya Yilmaz Guney meşiyan. Di meşê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, nûner û rêveberên DBP/ HDPê jî di nav de bi hezaran kes kincên reş li xwe kirin û meşiyan.
Piştî meşê endama DBP'ê ya Êlihê Nurten Uzumcu daxuyanî xwend û diyar kir ku 16 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd di nav çar diwaran de têdikoşe. Uzcumcu anî ziman ku armanca radestkirina Ocalan ew bû ku gelê kurd dîl bigire, lê bi manifestoya Abdullah Ocalan ev komplohat pûçkirin.
Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata jî got, bi kampanya îmzeyan diyar bû ku êdî gelê Kurd azadiya "Rêberê" xwe dixwaze. Piştî ku daxuyanî bi dawî bû polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kir.
Deşta Îdirê bêbextî şermezar kir
Li Îdirê bi hezaran welatî li ber avahiya DBP’ê kom bûn heta Parka Medet Serhat meşiyan. Li ser navê girseyê hevserokê DBP’ê yê Îdirê Murat Yerlikaya axivî û got, heke AKP dev ji mijulkirinê berde 15’ê Sibatê dê bibe destpêka rojên ronahî.
Li navçeya Îdirê Qulpê jî bi sedan welatî li ber avahiya DBP’ê kom bûn ber bi Meydana Cumhuriyetê ve meşiyan. Hevserokê DBP’ê yê Qulpê Serkan Guneş li vir axivî û got ku di komploya 15’ê Sibatê de Tirkiye ne aktor figuran bû.
Li Bedlîsê bi sedan welatî li ber avahiya DBP’ê kom bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK’ê hilgirtin û heta Ulu Camiyê meşiyan.
Şirnex û navçeyên wê li ser piyan bûn
Li Şirnexê ji bi heman armancê bi tevlîbûna deh hezarn kesan meş pêk hat. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya Şirnexê hatin cem hev heya Meydana Azadiyê meşiyan. Hevşaredarên Şirnexê, rêveberên DBP, HDP û gelek kesên din tevlî meşê bûn.
Li Cizîrê jî bi heman armancê li Meydana Çarkendal bi deh hezaran kes hatin cem hev û ber bi navenda navçeyê ve meçiyan. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz, hevşardarên navçeyê, rêveberên DBP û HDP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz li duryana Çarrêyê daxuyanî xwend û komploya naventeweyî şermezar kir. Piştî axaftinan girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û pişt re ber bi avahiya DBP'ê ve dest bi meşê kir.
Li navçeya Qilebanêjî bi hezaran kes ji ber avahiya DBP'ê heya ber Avahiya Hikûmetê meşiyan.
Li bajarok Sêgirkê yê ser bi Qilebanê jî bi heman armancê daxuyanî hat dayîn.
Li Silopiyayê bi deh hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya Silopiyê kom bûn, posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê û alên kesk, sor û zer hildan. Girse heta Rêya Îpekê meşiya û ji wir jî dîsa vegeriyan avahiya DBP'ê ya Sîlopiyê.
Li Hezexê xelk li Kolana Cûdî kom bû, pankarta "Bi rihê Mazlum û Sakîne yan, emê taritiya 15 Sibate bi azadiya Rêber Apo ronî bikin" hilgirt. Li ser kolana ku meş pêk hat, polîs bi maşîneyên zirxî li gelek deveran rawestiyan. Girseyê li gel zêdebûna polîsan bê navber siloganên "Bijî serok Apo" berz kir û meşiya. Piştî meşê li ser navê girsê Hevserokê DBP'ê yê Hezexê Hasan Yalman daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Piştî çalakiya rûniştinê ciwan meşiyan duriyana Şaredariyê û li wir polêsan êrîşî ciwanan kir.
NAVENDA NÛÇEYAN