Dîdeban
Gelo Karl May sax bûya û li rewşa Kurdistanê ya îro binêriya wê çi bigota û çi binivîsanda. Pir balkêş e ku babet û naveroka berhema wî jî seranser li herêma ku îro wek Başûr tê binavkirin derbas dibe. Heta cihên sereke jî derdora Amêdiyê û Laleş in. May di wê demê de jî Êzîdî wek mijara navendî di berhemê de girtiye dest. Êzîdî wê demê jî wek gel û bawermendên dîtir yên mîna Keldanî û Nesturiyan bi êrîşên hovane û dirinde re rûbirû ne. Lê di romanê de xetera herî ber bi çav dewleta Osmanî ye. Karl May berxwedana gelê Êzîdî ya li dijî wan jî bi terzeke serûvenî nivîsandiye. Li gel vê îşaret bi gelek aliyên Kurdistana hov daye. Hîn di wê çax û demê de gava romana xwe ya bi navê Kurdistana Hov nivîsand Kurd di nav têkiliyên klan û eşîrî de bûn, zewaca pirjinî0 hebû û jin wek hêmaneke bêqîmet di jiyanê de dihatin bikaranîn.
Niha ji wê demê heta îro çi guherî ye û çiqas guherî ye? Kurd wê demê jî li herêmê di bin desthilatiya eşîran de wek muxtariyet bi dewleta Osmanî ve girêdayî bûn ango di karê hundir de xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Îro rewşeke pêşdetir li dar e, lê li aliyê din hovîtiya heyî ji serdema Karl May jî kevneperestir e. Rewşa jinê ya li Başûr bi tenê dikare bibe mijara bi dehan pirtûkan. Hejmara jinên tên kuştin û xwe dikujin nayê zanîn. Rêveberên ku bedlên medenî li ber xwe dikin û salê sêzdeh caran serdana Tirkiyeya ku dijminê bapîr û neviyê Kurdan e, dikin. Di jiyana rastîn de ji wan bedlên medenî gelek dûr in. Ev rêveber ji eşîrên Ereb jî kevneperestir û paşverûtir in. Hîna yek jineke rêveberên desthilatdarên herêma Bahdînan li pêş raya giştî nehatiye dîtin. Di jiyana wan de jin nînin! Karl May ku dihê gotin ti carî serdana Kurdistanê û Rojhelata Navîn nekiriye çawa kariye hinde bi hostatî xuy, xislet û rewşa Kurdistanê binivîse? Û li aliyê din gava mirov dide ber hev di rewşa îro ya Başûr de kêm pêşketin hene. Wek nimûne, li Bakur û ji Başûr di vê meha dawiyê de di serê me de, di kûrahiya bîra mêjiyê me de du dîmen man. Du dîmenên ku dê hîç ji bîra me neçin û her kêliya em têkevine xewa xefletê wê bibin sedemê hişyarbûna me. Dîmena yekem, xortê bi navê Kemal Kurkut yê li pêş çavên cîhanê û bi eşkereyî hat qetilkirin e û ya duyem jî çavên rojnamevana jin a Kurd Nûjiyan Erhanê ne.
Di dîmena yekê de kujer polîsekî kolonyalîst e, dijmin e, wek gotina bav û kalan: Neyar e û bêminet e! Li aliyê din karakterê dijmin yê ji hovan hovtir jî tê nasîn.
Dîmena duyem jî, sûreta ji avên zozanên bilind zelaltir û çavên ji cîhanê hêjatir ku bi destên xayîn tê qetilkirin hene. Di vê babetê de kujer cardin dijmin e, lê yên tetikê dikişînin bi Kurdî diaxivin. Bi nemerdî tên, dixwazin di xafil de hêzên şoreşger û gelê Êzîdxanê dorpêç bikin. Lê daxwaza wan ya kirêt, mirazên wan yên qirêj pêknayê. Lewre li wir dilên ji pola jî zeximtir û çavên ji cîhanê jî hêjatir heyîn.
Baş e, ev jina ciwan a bi navê Nûjiyan Erhan ya jiyana xwe diyariyê şoreşê kirî çima hinde bi zanebûnî kirîn hedef? Em fîlm bi paş ve didin, vedigerine serdema destpêka dagirkirina Şingalê. Binêrin, jineke din a ciwan a rojnamevan derket pêşberê me. Mîkrofon dirêjî hêzên revok dike û dipirse: Hûn bi ku ve diçin? Çima Şingalê naparêzin? Ji wê reva xayîn û bêbext bi tenê ew dîmen man. Lewre dijminahiyeke kûr û hovane di dilê berpirsên radestkirina Şingalê de mabû. Ew rojnamevan ji destê wan filitîbû, lê tola kujende ya hov di dilê gelekan de mabû. Par li Duhokê rojnamevan Wedat Husên Alî qetil kirin. Misoger wê rojek ev bêyomî ji ser xaka Kurdistanê rabe, lê çavên Nûjiyanê yên xwe ji Êzîdxan û mirovahiyê re fedakirî her li ser me bin.