Ji ber wê, Kurdistana nû ne bi soz û axaftinan, bi jiyanê ve girêdayî ye. Ne li bajaran, li çiyan meyînî ye. Kurdistana nû, ne mefhûmeke îro an jî di navbera çend deman de ye, ev mefhûm, ji dîroka însanetiyê tê, ji dîroka însan û xweza tevda sûd digire. Nû bûna Kurdistanê, ne tenê bi xuyanê ve nû ye, ew bi kedê, bi ronahiya çavê, bi qelişîna destê, êşa mêjî, bi sebr û aramê, bi berdelê hezaran canê, bi heps û zindanê ve nû ye. Kurdistana nû ne tenê marîfeta Kurdan û ne jî ji bo Kurdan e. Yên ku li ser dinyayê jiyane, hemû şaristaniyet, hemû gel, hemû çand, hemû raman, hemû nêrîn û hemû tiştên ku ji însanetiyê ve bêhn girtiye, bi hemû van nirxan ve ava bûye û ji ber wê jî Kurdistana nû ya wan hemûyan e.
Wekî me got; nûbûna Kurdistanê ne tenê yên Kurdan e, Kurdistan jî ne tenê axek e, ne tenê erdek û erdnigariyek, ne tenê warek e… Kurdistana nû, di heman demê de nirxek e. Nirxên tevahî kedkar û yên ku dilopê xwîdana xwe li ser axê dinyayê rijandine ye. Anko nirxên tevahî rengan e, rengên tevahî însan û xweza, rengên tevahî cins û çîn, rengên temam çandan e. Ji ber ku ew “Kurdistan” kaniyek e, ku avê têgihîştin, fêhmkirim, avê wek xwe dîtin, kurt û kurtasî avê dadmendiyê jê diherike. Kurdistana nû, tenê însanek jî be, tenê baweriyek jî be, ji bo parantina hemûyan xwe fedakirin, anko fedayetî ye. Wek mînak ji bo însanek ji ola Êziditiyê canê xwe dayîn e. Ji ber ku li gorî nirxên Kurdistana nû, hemû însan û nêrîn wekhev e, her yek qasî nirxên din birûmet û bi qîmet e. Ji bo nirx û naveroka Kurdistana nû, hemû netew di nav xwe de cûda cûda ye, lê tu netewek jî tuneye ku ji neteweke din mezin be. Anko di beranberî jiyana civakan de bedewiya netewek qasî bedewiya hemû netewan, hemû netew jî qasî netewek e. Her yek olek, ji hemû olan yek e... Yek olek jî tune ku ji oleke din xwe mezin bike.
Kurdistana nû, hêdî hêdî xwe nîşan dide, gelên Rojhilata Navîn û dinya jî hêdikana ew nasdike û pê dihese. Ji ber wê jî her ku dinya pê dihese, stêrka Kurd jî dibiriqe. Her ku stêrka Kurd dibiriqe, cudatiya “nûbûn”ê jî zelal dibe. Bi vî rengî her kes dibîne, wekî ku me li sernivîsê binav kir û got “Kurdistana nû”, şaş neyê fêhm nekin, ne wekî Serokwezîrê Tirkiyê dibêje “Tirkiye yê nû” ye...
Kurdistana nû
Nûbûna Kurdistan ne wekî nûyitî ya welatên din e, ne jî berevajî tu welatek, mefhûmek û berewajî tu kesekî ye. Nûbûna Kurdistan, ji nû ve çêbûn, afirîbûn, avabûn û hebûn bixwe ye. Kurdistana nû, çendîn dem e bi êş û keseran ve ava bûye. Wekî kokek ya giha, nebat an jî rîçalokeke darê ye. Avê wê darê ji dîrokê hatiye. Dilop bi dilop niqutiye. Bi sedan, bi hezaran sal berhev bûye. Ew berhevbûn, ne wekî karekî sivik e. Her dilopek bi berdela jiyanek e. Jiyanek ji jiyana ciwantiyê ye. Her canek, her jiyanek, her yekê wan nirx û naveroka wê dilopê ye. Ji ber wê, ew dilop ne tenê dilopek av e, her dilop bi xwîna Prometeûs, bi sebr û aramê Sisiphos xemiliye. Her dilop bi bêytên Melayê Cizirî, bi dengên bilûra Feqiyê Teyran têr û tijî ye. Her dilopek ku ji bo avabûna Kurdistana nû ketiye ser vê axê, bi hêst û stranên Evdalê Zeynikê ve xwe lorandiye.