Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 10 cangoriyên azadiyê ku di berxwedana Şeddadê, Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê li goristana Şehîd Delîl Saruxan oxir kirin. Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê Elaa Abdullah (Dilşêr Qamişlo) yê ku di 10 ê Îlonê de li Şeddadê jiyana xwe ji dest dabû, Kadar Ezîz (Rojhilat), Mihemed Osman (Ehmed Qamişlo), Kadoz Esed (Sofî Serhad), Welîd Atçî (Hogir), Raman Mehmûd (Botan Cesûr), Kadar Çolî ( Kadar), Mihemed Hesen ( Serbest Hesen), Şêrewan Feath ( Erdal Bexdad) û Ehmed Silêman Osman (Ehmed Bakûr) yên ku di dawiya sala 2013‘an de li dijî êrîşên komên çete yên li ser bajaroka Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dan, ji Mala Gel a taxa Enteriyê wergirtin û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.
Bi tilîliyên dayikan….
Li goristanê cenaze ji aliyê sedan kesî ve bi tilîliyên dayikan hatin pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyên şervanan hilgirtin ser milên xwe û derbasî goristanê kirin.
Merasîm bi rêûresmeke leşkerî ji aliyên şervanên YPG/YPJ‘ê dest pê kir.
Keç û xortên xwe diyar kirin
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Gulîstan Elî Esed axivî û got: ”Bi saya têkoşîna cangoriyan planên çeteyan li herêmên Rojava têk çûn. Dayîkên şehîdan ji bo jiyaneke azad û birûmet keç û xortên xwe diyar kirin, dê xwîna wan siberojeke birûmet ji me re ava bike, ez soz didim ku xeta şehîdan bişopînim.”
Em ê bi ser bikevin
Fermandarê YPG‘ê Alaa Qamişlo destnîşan kir ku çete vîna gel hedef digire û ev tişt anî ziman:”Komên çete texmîn dikin ku ew ê karibin bi çekên xwe yên giran vîna me bişikînin, lê wê tu carî daxwazên wan bi ser nekevin. Me hêz û vîna xwe li ser felsefeya azad ava kiriye. Emê her dem bi ser bikevin.” Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşeran di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.
Li Hesekê 12 cangorî
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 12 têkoşerên ku di demên cuda de li Şedadê û Minbicê jiyana xwe jidest dayîn, li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê, bi merasîmekê oxir kirin.
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, cenazeyên şehîdên YPG ê Delîl Ebdulrehman Ehmed (Sebrî Hemze), Mihemed Kemal Izo (Delîl Cûdî), Xanim Iyad Xelef (Ebû Hela El-Dêrî) yên ku di 11‘ê Îlonê di berxwedana gundê Ezawî yê Şedadê jiyana xwe jidest dan, Şahîd Yûnis (Şahîn Şiyar), Yasir Hisên El-Hisên (Rêber Hesekê) û Mihemed Ferhan Henan (Serhed Şîno) ên di 12‘ê Îlonê de di berxwedana gundê Ezawî yê Şedadê de jiyana xwe jidest dan, Şervanê QSD’ê Ebdulîlah Talib Eyo (Lorens Amed) û Ebdulhemîd Meter El-Reca (Seydo Hesekê) yên di 6’ê Îlonê de di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dan her wiha şervanên YPG‘ê Ebdulrehman Elî El-Elî (Botan Hesekê), Ehmed Medlûl El-Zixêr (Şêxo), Hisên Selîm Silêman (Hogir Hesekê) ku di 23’yê Tebaxê de li gundê Ezawî jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG‘ê Stîfan Ferhan Henan (Gawir Botan ) yê di 13‘ê Îlonê de li gundê Ezwî yê Şedad jiyana xwe ji dest da, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ku ji sedan tirimpêlan pêk dihar, ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê ve herikîn.
Rexmê cejnê êrîş kirin
Li goristanê bi sedan şêniyên gund pêşwaziya cenazeyên têkoşeran kirin. Şervanan cenazeyên her 12 hevalên xwe hilgirtin ser milên xwe, derbasî goristanê kirin û li cihê merasîmê bi cih kirin. Di merasîmê de li ser navê Fermandariya YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê Fermandarê YPG‘ê Lewend Rojava axivî. Lewend Rojava di destpêkê de, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.
Rojava bal kişand ser agirbesta ku li Sûriyê hatiye îlankirin û got:”Ji bo Cejna Qurbanê agirbest li Sûriyeyê hat îlankirin. Hêzên QSD‘ê ji bo rawestandina rijandina xwînê agirbest pêkanîn. Lê hêzên terorîst rexmê cejnê agirbest binpê kirin û êrîşî şervanên me kirin. Lê şervanên YPG‘ê QSD‘ê jî ji ber ku mafê wan yê xweparastinê heye, bersiva tund dan wan û gelek ji wan kuştin. Tu pîvanên exlaqî û mirovî yên hêzên terorîst tune ne. Di rojên pîroz de êrîşan pêk tînin û dixwazin aramiya herêmê hedef bigirin.”
Encama têkoşîna 40 salan
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê Cahid Hesen jî axivî, bal kişand ser berxwedana Kobanê û got ku du salan beriya niha li Kobanê berxwedana mezin hatin meşdandin û wiha dewamî da axaftina xwe:” Berxwedana Kobanê bû bingeha avakirina sîstema federal a Rojava-Bakûrê Sûriyê û Kurdistaneke azad. Ev yek encama têkoşîna 40 sal berê ya li ser bingeha fikir û ramanên Ocalan û xwîna pêkhateyên Sûriyeyê ye.“
Abdulhakîm li Kerkûkê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Erdal Sorxwîn (Senger Abdulhakîm) ê li bajarê Silûkê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
10 rojan sekinandin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Senger Abdulhakîm piştî ku 10 rojan li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat sekinandin, pêr di ser Duhokê re gihandin bajarê Kerkûkê. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê, cenazeyê Abdulhakîm birin mala malbatê û li dû nimêja li ser cenaze, li goristana bajêr Rahîmawa hat veşartin. Di merasîma cenaze de ji Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê Beyan Ferec, Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, Nûnerê PYD’ê Şêx Bedir, ji Fermandarên YJA-Starê yên li Kerkûkê Bêrîtan Rûken û li ser navê malbatê bavê Abdulhekîmî axivîn.
Banga Kongra Neteweyî
Beyan Ferec got, “Dijminên me her roj planan li ser Kurdistanê çêdikin. Eger Şehîd Erdal û hevalên wî nebûna, em ê nikarîbûn bi rengekî azad li ser vê xakê bijiyan. Ez ji vê derê careke din bang dikim; divê derhal Kongreya Neteweyî pêk were. Hem ji bo xwedîderketina li bîranînên şehîdên xwe, hem jî ji bo şikandina êrîşên li ser welatê xwe, lazim e em bi rengekî hevgirtina neteweyî tevbigerin.”
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir jî got, “Şehîd Erdalan serê gelê Kurd bilindtir kirine. Ji ber ku ew nûnerên azadiyê ne. Ciwanên Kurd li Kerkûkê, Minbic, Kobanê, Mahabad û Amedê têdikoşin. Rêya van hevrêyan rêya gelê Kurd e. Ji vê derê em careke din soz didin, em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”
Ez bi kurê xwe serbilind im
Bav Abdulhekîm jî got, “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im. Çar kurên min hene. Di oxira vî welatî û azadiya gelê xwe de, eger pêwîstî pê hebe ez amade me wan ber bi şehadetê ve bi rê bikim.”