
Hilbijartinên serokkomariyê û meclîsên bajaran li Îranê bi rê ve çûn û encamên fermî nîaşan dan ku Rohanî bi ser ketiye. Lê belê berê awirên raya giştî ya Kurdan li helwêsta xelkê Rojhilatê Kurdistanê bû. Li gorî encamên fermî yên saziya hilbiajartinê ya fermî ya Îranê, li bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistan rêjeya tevlîbûna hilbijartinan digihîje ji sedî 60´î. Lê çavakaniyên ji Kurdistanê nîşan didin ku ev statîstîkên çêkirî ne û rêjeya beşdariya dengdanê li bajarên Kurdan di bin ji sedî 50´î de ye û heta hin çavlanî vê rêjeyê weke ji sedî 80´ê didin zanîn.
Îna bihurî hilbijartinên serokkomariyê li Îranê hebûn û du namzetên Alî Hamney ew erê kirî, Hesen Rohanî û Ibrahîm Reîsî li hemberî hev bûn. Rohaniyê qaşo nerm li hemberî Reîsî yê namzetê mihafezekar bi rêjeyeke ji sedî 57 bi ser ket. Rejîmê jî ji bo tevahiya Îranê îdîa kir ku tevlîbûna xelkê gihiştiye ji sedî 70´yî.
Daneyên derewan ên rejîmê
Ev yek ji aliyê nexasim jî hin siyasetvanên Ewrûpî ve weke serketina reformxwazan bê şîrovekirin jî, ji bo Kurdan û gelek hindikahiyên din, ev sextekariyek e û armanca wê jî ew e ku rejîm temenê xwe dirêj bike, bi wê yekê ku welatên rojava bixapîne.
Lê belê tevî statîstikên fermî yên der barê beşdariya hilbijartinan a xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî, helwêsta xelkê ya li Rojhilat berevajî vê bû. Li gorî daneyên fermî di 12. hilbijartinên serokkomariya rejîma Îranê û 5. hilbijartinên meclîsên bajar û gundan de ji sedî 60´ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê çûye sindoqan.
Sindoq li Kurdistanê hema hema vala bûn
Lê belê wêne û dîmenên ji Rojhilatê Kurdistanê tevî çavkaniyên herêmî vê daxuyaniyê derew derdixin. Jixwe di serî de Partiya Jiyanan Azad a Kurdistanê (PJAK) tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanî banga boykotkirina hilbijartinan kiribû.
Çalakvanên siyasî û sivîl ên ji Rojhilatê Kurdistanê da dan zanîn ku daneyên rejîmê eşkerekirî qelp û çêkirî ne.
Jixwe, ji bo ku ev sextekariya rejîma Îranê bê veşartin, rejîmê destûra şopandina hilbijartinan li herêmên Kurdan nedabû.
Roja înê dema ku dengdan bi dawî dibû, sindoqên dengdanê yên li bajarê Rojhilatê Kurdistanê, Bokanê hema hema vala bûn. Li aliyê din çalakgerî alîgirê Rohanî yê Kurd li bajarê Seqizê, Dr. Xalid Tewakolî qebûl kir ku li herêmên Kurdan beşdariya hilbijartinan li gorî deverên din gelekî kêm bû.
Reqîban li ser derewan li dijî Kurdistanê li hev kir
Li aliyê din çavkaniyên bawerî bi wan bê dan zanîn ku Sûpayî Pasdaranî Inqlabî Îslamî ango rêveberiya pasdaran, biryar daye ku her du namzet li hev bikin da ku daneyên derew der barê rêjeya beşdarbûnê ya li Rojhilatê Kurdistanê de biweşînin, lewma "berjewendî û ewlehiya neteweyî" vê yekê divê.
Dr. Xalid Tewakolî yê li jor navbirî, qebûl kir ku sedema rêjeya kêm a dengdanê li bajarên Kurdan banga boykotê ya tevger û partiyên siyasî yên Kurd bû.
Bi her halî, daneyên rejîmê eşkere kirî bi xwe jî nîşan didin ku beşdariya li herêmên Kurdistanê ji ya deverên mayî ya Îranê kêmtir e; û ev jî nîşan dide ku rejîmê bi derewên xwe jî nekariye veşêre ku boykot li Kurdistanê bi ser ketiye.
URMIYE
Şanoya hilbijartinan li Îranê û rejîma sextekar
Rêveberên rêxistin û partiyên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê, gotin, erkên siyasî û dewletê hemû di destê lîderê rûhanî Alî Hamaney de ne û diyar kirin ku hilbijartina Rûhanî yê qaşo 'reformxwaz' wê tiştekî neguherîne.
Endamê Komîteya Swêdê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amîr Babakrî bi bîr xist ku rejîma li Îranê destûrê dide tenê endamên komên gel û baweriyan ên diyarkirî da ku tevlî hilbijartinê bibin.
Ji bo gelan rewş nebaştir dibe
Babakrî anî ziman ku Mola û Hamaney bi rengekî vekirî eşkere kirine ku serokkomarê bête hilbijartin nikare polîtîkaya Îranê biguherîne û diyar kir ku welat ji aliyê 12 kesan ve ku di nava Konseya Parastina Destûra Bingehîn de ne, tê birêvebirin. Babakrî got, "Hilbijartina dawî ya li Îranê, nîşan dide ku polîtîkayên 38 salên dawî yên li Îranê wê dewam bikin. Ji bo gelan wê rewş nebaştir bibe."
Hamîd Aliyalî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî destnîşan kir, ku ew nikarin ji bo Îranê qala pêkhatina hilbijartineke demokratîk bikin û got, "Encamên hilbijartinê ne girîng in. Hêza ku polîtîkaya hundir û derve ya Îranê diyar dike, lîderê rûhanî Alî Hamaney e."
Yekane alternatîf rêxistin û berxwedan e
Endama Koordînasyona Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Leyla Abdavî hilbijartinên li Îranê şibandin lîstikeke şanoyê û anî ziman ku rewşa jinê di hilbijartinan de jî nehat dîtin û hem li Îranê, hem jî li cîhana derve ev nehatiye nîqaşkirin.
Abdavî diyar kir ku 139 jinan ji bo serokkomariyê namzetiya xwe eşkere kir, lê belê rejîmê namzetiya yekê ji van jî qebûl nekir û got, "Kesî ev helwesta rejîmê nîqaş nekir. Jin nîvê civakê ne, lê ji destpêkê ve li derve hatin hiştin. Li Îranê ku welatekî Şîa ye, qanûnên şerî li ser kar in. Di qanûnan de wekheviya jin û mêr nîne. Ji jinan re tê gotin, 'hûn nikarin werin hilbijartin, hûn tenê dikarin deng bidin'. Li Îranê mijara herî ecêb ev e."
Abdavî destnîşan kir ku ji bilî rêxistinbûn û berxwedanê, ti alternatîfa jinan li Îranê nîne.
Ji Konseya Parastinê ya Têkoşîna Azadiyê ya Gelên Îranê (Şora) Mehrnoş Şafîe, hilbijartin weke sextekariyekê bi nav kir, ku ji bo xapandina cîhana derve û gelên Îranê hatiye kirin.
MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM