Ji hesabên fenomen ên Twitterê, Lordê Eyaleta Serhedê eşkere kir ku strana hilbijartinên cihê yên 2019´an li Tirkiyeyê, ya MHP’ê ku Mustafa Yildizdogan dibêje, newaya wê ji strana “Bihuşta Cîhanê” ya Koma Berxwedan diziye. Hozan Seyitxanê ku ev newa çêkiriye û gotinên stranê jê re nivîsîne jî got, “Ji bo hisên girêdana xelkê bi fikr û navê Kurdistanê re min ew stran çêkiribû.”

Hesabê bi navê Lordê Eyaleta Serhedê, bi wê yekê navdar e ku stran û newayên Kurdî yên ku ji aliyê hunermendên Tirk ve tên dizîn yan jî Tirkîkirin, eşkere dike. Lordê Eyaleta Serhedê beriya niha jî derxistibpû holê ku hin stran û newayên hunermendên mîna Kiraç, Bedran Mardînî, Nîhat Dogon, Mahsun Kirmizigul, Serdar Ortaç ji Kurdî hatine dizîn. Hesabê Lordê Eyaleta Serhedê ku strana “Olurum Turkiyem (Ez bimirim Tirkiye)” ku dîsa Mustafa Yildizdogan dibêje jî li wî eşkere kiribû; wî newaya strana  strana bi navê Dayê ya Koma Dengê Qamişlo dizîbû.

Hesabê Lordê Eyaleta Serhedê, niha jî li ser Twitterê parve kir ku strana hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê ya MHP’ê jî bi newaya xwe hatiye dizîn.

Ne em hemû Tirkiye ne Kurdistanê tu bihuşta cihanê

Hesabê Lordê Eyaleta Serhedê diyar kir ku newaya strana bi navê “Em hemû bi hev re Tirkiye ne” ya ku Mustafa Yildizdogan ji bo kampanya hilbijartinê ya MHP’ê çêkiriye, ji strana “Bihuşta Cihanê” ya Koma Berxwedan hatiye dizîn. Ev strana hanê di albûmeke sala 1991’ê ya Komê de derketiye. Hozan Seyitxan bi kurtî ji bo stranê got, “Newa jî gotin jî min çêkirin. Hingê ji bo hisên girêdana xelkê bi fikr û navê Kurdistanê re min ew stran çêkiribû û gotibû.”

Lordê Eyaleta Serhedê her du stran jî li ser hesabê xwe parvekirin. Wî hesabê Mustafa Yildizdogan ê Twitterê jî etîket kir û got, “Birêz Mustafa Yildizdogan, newaya vê strana we ji partiyekê re ji bo hilbijartinê çêkiriye û newaya strana Koma Berxwedan a di sala 1991’ê de derxistiye tesadûfî yek e? Wekî din, em beriya niha bi we re li ser van mijaran axivîbûn. Ji kerema xwe wisa neke!” Hesabê Lordê Eyaleta Serhedê, wekî din bi Twitterê dide zanîn ku kesê pêşî bi vê diziyê hisiyayî muzîkolog Mustafa Demir e û wî alîkariya akademîk jî li ser mijarê daye wî.

 

NAVENDANÛÇEYAN