Mala şînê ya ji bo Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê dawî ji jiyana xwe anî, hat danîn, rastî elaqeyek mezin a welatiyên Amed û bajarên derdorê tê.
Mala şînê ya ji bo Zulkuf Gezên ê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hepsa Tîpa F a Hejmarra 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî, hat danîn, rastî elaqeyek mezin a welatiyan tê. Welatiyên ji bajarên Riha, Mêrdîn, Êlih, Çewlîg, Sêrt, Şirnex, navend û navçeyên Amedê, çûn Mala Taziyê ya Şaklat a Taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasê. Xelkê sersaxî ji malbatê re xwest.
Ji ber ku rê di mala şînê de cih nema, gelek welatî li ser rêya li pêşberî mala taziye rawestiyan.
Li aliyê din dorgitrina li Goristanê Asrî ya Yenîkoyê ya polîsên Tirk dewam dike.
Polîsên Tirk cenazeya Gezen ji malbata wî revandibû û bi awayekî korsanwarî pêr li Amedê bi darê zorê veşartibû. Wan her wiha nehişt xelk biçe merasima cenaze jî.
AMED