
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewrûpayê yên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dewam dikin.
Li paytexta Awusturyayê Viyanayê, dezgeha agahdarkirinê hat danîn, li bajarê Elmanyayê Monchengladbachê jî çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li paytexta Viyanayê, ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan dezgeheke agahdarkirinê danîn.
Dezgeh li meydana nêzî Westbahnhof a Viyanayê hate danîn. Çalakgeran belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî belav kirin.
Li Monchengladbachê jî, mîna Pêncşema bihurî doh êvarê jî Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakî wê hefteya bê jî dewam bike.
VIYANA/KOLN