Bernameya meş û xwepêşandanan wiha ye:
BERLÎN: 27’ê îlonê roja înê li pêş nûnertiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî dê meş bê li darxistin. Meşa ku li navnîşana WallstraBe 9-13, 10179 Berlin, U-Bhf: Spittelmarkt bê li darxistin, dê saet di 14.00 de destpê bike.
HAMBÛRG: 28’ê îlonê roja şemiyê meş dê binavê “Rojava ne bi tenê ye” bê li darxistin. Meşa ku Kurdên li Kîel dijîn jî tevli bibin dê saet di 14.30’ê li Reesendammbrucke destpê bike.
BREMEN: 28’ê îlonê roja şemiyê dê li pêş parlementoya herêmê meş bê li darxistin. Meş wê saet di 14.00’an de destpê bike.
HANNOVER: 28’ê îlonê roja şemiyê li pêş Hauptbahnholf dê stasyona navendî ya trenê meş bê li darxistin. Kurdên ku li Salzgitter, Peine û Hildesheimê dijîn dê tevli meşa ku saet di 14.00 de bê li darxistin bibin.
ANF/BERLÎN