Xwepêşandanên protestoyî yên Kurdan ên li Ewropa li dijî dagirkirina bi qeyûman a şaredariyên Bakurê Kurdistanê, didomin.
Pêr êvarê li Koln, Saarbrucken, Marsîlya û Basel Kurdistanî daketin meydanan û wan dewleta Tirk rû reş kir.
Xepêşanderan li bajarê Elmanyayê Kolnê li dijî xespkirina şaredariyên Kurdan li Amed, wan û Mêrdînê dewam dikin. Kurdistanî li Meydana Hauptbahnhofê saet 18:00’an hatin ba hev. Tevî Kurdistaniyên ji Koln, Bonn, Aachen, Dusseldorf, Duren û derdorê, endamên Alinterî, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Agîf, AvEG-Kon, YS, HDK, ADHK û Partîzan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Hevberdevkê Fed Medê Engîn Sever banga tevlîbûna li meşa şemiyê ya li Dusseldorfê kir.
Li Saarbruckenê her roj çalakî
Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê jî çalakiyênşermezarkirina dagirkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê dewam kir. Pêr êvarê di mîtînga li navenda bajêr de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin û ji saziyên navneteweyî jî hat xwestin, êdî bêdeng nebin. Nûnerê MLKP´ê ê Saarlandê Zülüf Camkıran jî li vir got, pûçkirina siyaseta dagirkirina bi qeyûman, berxwedan e. Li Saarbruckenê wê heta dawiya hefteyê her roj saet 19´an çalakiyên li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirk bên lidarxistin.
Nerazîbûnên Kurdistaniyên li bajarê başûrê Elmanyayê Marsîlyayê li dijî dagirkirina şaredariyên HDP’ê, doh jî dewam kir. Kurdistanî li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya Marsîlyayê hatin ba hev, wan dagirkirina şaredariyên Kurdan protesto kir. Di çalakiyê de banga tevlîbûnê li çalakiyên li dijî dagirkeriyê hat kirin. Îro jî li meydana Vieux-Portê saet 14´an bi heman armancê mîtîngek tê lidarxistin.
Yek ji navendên din ên xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê lê hate protestokirin bajarê Swîsreyê Basel bû. Kurdistanî, Tirkiyeyî, Swîsreyî û derdorên çepgir, sosyalîst û demokrat li stasyona trenê ya navendî kom bûn. Wan bi çalakiyekê dagirkirina şaredariyan protesto kir.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst (SP) ê Kantona Baselê, Mustefa Aticî axivî û got, ev dagirkerî li dijî hiqûqê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN