Di van rojên dawî de Iraq gelek aloz bûye. Alîgirên Muqteda Sedr ê Şiî ku bi hevkariya xwe ya ji bo Îranê tê naskirin, avêtin ser parlementoyê. Piştî hilweşîna rejîma Baas a bi mudaxeleya Emerîka û Îngilistanê ya sala 2003’an, parlemento ji aliyê hezaran kes ve ji bo çend seatan hat dagirkirin. 

Di nava rewşa aloz ya Iraqê ku çend hêzên Îran, Tirkiye, Erebîstana Siudî û Emerîka hêzên girêdayî van welatan li hûndûr bi bandor in ji bo vê yekê dibe ku rewşa mûdaxeleyeke nû be. Lê mirov nikare ji liv û tevgerên hanê ji bo daxwaza jiyana bi rûmet û baştir bibîne. Daxwaza çalakvanan ji hikûmeta Abadî reforma bingehîn e tevî ku, Serokwezîr Abadî kesêkî Şiî ye. Çalakiya alîgirên Sadr nîşan dide ku nakokî di nava hêzên Şiî de jî hene û êdî gel reformên rasteqîn dixwazin; ne pînekirina rewşê. Gel bi çavê xwe dibîne ka çavkaniyan welatê wan çawa tên dizîn û nelirêtî heya ser hestiyê civakê bandor kiriye. Îca çi pilan piştî van çalakvanan heye, an hin hêz çawa berê wan didin hin armancên din? Misoger e tevdanên hûndûrîn û derveyî timî qewimîne. 

Di nava van aloziyan de rewşa Başûrê Kurdistanê, Kurd û parlementerên Kurd ên li Bexdayê ji aliyê raya giştî ya Kurdan ve tê meraqkirin. Di serî de ji sala 2003’an heya niha mirov bi mikroskobê jî lê bigere nabîne ku parlementerên Kurd destkeftiyekê ji bo Kurdan û ji bo avakirina projeyeke demokrasî pêşkeş kirine. Ev ne tenê kêmasiya wan e, ji ber ku hemû hêzên li Iraqê desthiladarin dişibine hev û ti pirojeyeke wan a demokrasiyê nîne. Ya heyî talaniya mala giştî ya gel e, di bin navê rêvebirî de û ev li Kurdistanê qasî asîmanan eşkere ye. Têkildarî vê yekê bi hezaran belge û agahî ne tenê di çapemeniya navxweyî de, di ya navneteweyî de jî belav bûne. Herêma Kurdistanê ku PDK ji bo hemû Iraqê weke mînak nîşan dide li hemû tiştên xwe de dişibin hev, ji talaniya petrolê bigire heya felckirina parlementoyê. Di asta erd û asîman cudabûn di navbera jiyana civakê û siyasetmedarên talankar de heye. 

Niha herî zêde projeya ‘Dewleta Kurdî’ ya her biharê Serokê PDK’ê Mesud Barzanî mîna mizgînî ji bo gel radigihîne, vê carê wer xuya dike ku bazara wî zêde germ dibe. Ne tenê bazara PDK’ê wê ev Kurdîtî ya toz û dûmanê rakiriye. Partiyên din jî li dora xwe kom bike. Dema 30 Nîsanê bûyera li parlemena Iraqê qewimî 6 parlementerên Kurd ku 2 ji wan jin bûn, di odeyekê de ji bo demeke kin hatîbûn dorpêçkirin. Piştî vekişîna çalakvanan parlementarên Kurd vegeriyan herêma Kurdistanê û daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bo min aliyê herî girîng a ku mirov dikare navenda minaqaşeyan bîne ser ve yekê, ev daxûyane sosret û balkêş bû. Parlementerekî mêr li ser navê her 6 parlementar axivî û got; “Dixwazim peyameke ji bo raya giştî ya Kurd û Ereb bidim. Em gelekî bi şeref in, min xwast her du parlementarê jin bikujim û xwe jî bikujim ji bo ku şerefa me nekeve destê wan.” Ya herî sosret jî di vê daxuyanî de; her du parlementarê jin serê xwe ji bo vê daxuyaniya skandal dihejînin û teyîd dikin. Ev toz û dûmana Kurdîtî ku projeya wê “Dewleta Serbixwe” û motîveya wê “Şeref û Namus e’ jinê û piratîka wê jî, birçîkirina xelkê Rojavayê Kurdistan ye. Gelo li Bexdadê wî çi kevirekî bixe ser dîwarê demokrasiyê? Mirov bi hêsanî dikare bibîne ku karêkterê parlementeran û projeyên wan neynika têgihîştina wan e; ji bo xwe û gelên din, jin, demokrasî, yasa û hwd. Hêja ye ku mirov bipirse; dema 5 hezar jin û zarokên Şengalê ketin destê DAIŞ’ê te çima xwe nekuşt? Dema her roj tu dibînî ku zarokên Rojava bê şîr in, birîndarên Rojava bê derman û xwarin in çima ev hêmanên Kurdîtî mûyekî we nelivandiye?

Kurdîtiya ku toz û dûmana ‘Dewleta Kurd’ rakiriye, van rojan bi skandaleke din jî ketiye rojevê. Li gor belgeyên “International Business Times” hin agahî hatine weşandin ku bi pereye petrola Herêma Kurdistanê PDK ku weke hikûmeta herêma Kurdistanê navê wê hatiye dayîn, bi dayîne pereyen xeyalî bi siyasetmedarên Îngilistanê derketiye holê di demeke de, ku hikûmet dibeje pereyên min nîne mûçeya karmendan bidin. 

http://www.ibtimes.com/british-politician-earns-massive-salary-oil-company-local-iraqis-suffer-economic-2361254

Yek ji van kesan navê xwe Nadhim Zehawi ye ku nûnerê parlemena Brîtanyayê ye.  Lê di heman demê de berpirsyarê şirketa petrolê ya Golf Kingstone ye. Ev kes heta niha bi pereyên gelê herêma Kurdistanê ji alî PDK’ê ve bi 29500 dolar hatiye xelatkirin û pir agahiyên din jî. Parlementerên Kurd eger nûnerê gel in li Iraqê û Kurdistanê, di destpêkê de qûtê gel divê weke şeref û namûsê bibînin, ne bedena jinên ku ne kêmtirin ji wan. Eger ew dixwazin “şeref û namûsê “ biparêzin, bi sedan bingeh û beregehên Tirkan li herêma Kurdistanê hene, bila biçin wan derxin ji axa Kurdistanê. Bila sinorên Esed, Erdogan û Saddam nikarine biparêzin û Kurdan bi canê xwe têk birine, çawa niha PDK bi birçîkirina gel li Rojava dixwazê “Dewleta qaşo serbixwe” ava bike. Ev Kurdîtiya ku toz û dûman radike, ne çareserî asteng a herî esasî û bingehîn a li pêşiya demokrasî, çareserî û bihevre jiyanê ye.