Jineke bi xîret Meqbûle Akyuz. 59 salî ye. Ji Xanika Jêr a Çinarê ye. Her roj 104 kîlometir rê tê beşdarî çalakiya nobetê ya demokrasiyê dibe. Dibêje, eger rojek neçim çalakiyê kurê xwe Delîl di xewna xwe de dibînim.
ARJÎN DILEK ONCEL / MA / AMED
Meqbûle Akyuz a 59 salî, her çend dikule jî 38 roj in di nobeta li dijî qeyûman de li qada nobetê ya li dijî qeyûman e. Meqbûle, dibêje: “Hema rojekê jî neyêm, kurê min Delîl tê xewna min.”
Meqbûle dibêje, radibe nimêja xwe ya sibehê dike û paşê dikevim rê. Ew tevî ku dikule her roj ji gundê Xanika Jêr ê Çinarê tê Amedê û tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dibe.
Her roj 104 kîlometir
Meqbûle ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê dest pê kiriye heta niha tev li çalakiyê dibe. Meqbûle, dibêje: “Gava di televîzyonê de temaşe dikim tehemûl nakim.” Ji ber vê her roj 104 kîlometre rê tê û tev li çalakiyê dibe. Gava tê cihê çalakiyê, ji ber çonga wê diêşe ewilî ji xwe re cihekî dibîne. Paşê ji ciwan û çalakgerên dirûşmeyan berz dikin û distrên çepikan dixe.
Ji bo vê jî şikur
Meqbûle, dayika 8 zarokan e. Keçeke wê tev li PKK’ê bûye û kurê wê Delîl jî di sala 2016’an de li Taxa Xaçortê li mala Remziye Bor a ducanî bû, di êrişê de hatiye kuştin. Meqbûle, anî ziman ku piştî kurê wê hatiye kuştin her roj tê xewna wê. Akyuz, bi bîr xide kurê wê li mala Remziye Bor hatiye kuştin û Remziye Bor jî piştî wê radikin nexweşxaneyê 28 roj şûnde jiyana xwe ji dest dide û zaroka wê bi sezeryanê ji nava wê tê derxistin. Meqbûle, dîsa bi bîr dixe ku hevjînê Borê Îrfan Bor jî tê girtin û dibêje: “Ji bo vê jî şikur. Du kurê min çûne. Îcar kesên 3 zarokên wan çûne wê çi bikin.”
Ez tehemûl nakim
Meqbûle ya serê gotina wê dua, binê gotina wê dua ye, got: “Înşelehe wê êdî dilê xwedê bi gelê me bişewite. Em dixwazin rojên xweş bibînin. Şev dirêj bûne, êdî ji bo min nabe sibeh. Melê sibehê radibim nimêja xwe dikim. Hinekî li hewşê digerim, paşê di 08:00’an de taştê dixwim. Paşê ez û hevjînê xwe radibin tên Amedê. Lingên min diêşin, nikarim karê malê bikim. Lê gava televîzyonê temaşe dikim tehemûl nakim. Dibêjim eger em tev li nobetê bibin belkî hin tişt biguherin. Gava em diçin jî em polîsan dibînin. Ji me zêdetir in. Qelebalix in. Dora me digirin. Bi awiran gefan li me dixwin.”
Ji wan natirsim
Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, polîsan bi ava şid û gazê êrîşî girseyê kiribû. Akyuz, bilêv kir ku ew jî bi van êrîşan re rû bi rû maye û got: “Hîn jî lingê min reş e. Ji roja ewil ve têm. Ji wan natirsim. Ez ê tim bêm. Heta ew paş ve nekişin em ê li vira bin. Êdî em dixwazin tiştên baş çê bibin, da zarokên me jî hinekî rihet bibin. Bila kes nemire. Em naxwazin kesek jî di girtîgehan de bimîne.”